‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’

img
MÊRSÎN - Kadîr Çat ê ji ber di konsera xwe ya li Aydinê de strana “Kemal Pîr” got hatibû binçavkirin wiha got: “Ji serî heta binî zextek heye lê bisernakevin. Divê hunermendên kurd û muxalîf li dijî vê zilmê bibin yek.”
 
 Li Tirkiyeyê biryarên qedexeyan ên li ser konser û lîstikên şanoyan ên kurdî zêde dibin. Di demên dawî de ji bilî hunermendên kurd konserên hunermendên muxalîf jî bi hincetên cuda tên qedexekirin. Hin konser ji aliyê walîtiyan ve bi hinceta “ewlehiya cemaweriyê” hin jî bi hedef girtina nûnerên partiyên siyasî yên desthilatê tên betalkirin. Piştî ku konserên hunermend Îlkay Akkaya li Edene, Mêrdîn û Rihayê hatin qedexekirin, ji ber hunermend Kadîr Çat jî li Aydinê strana Kemal Pîr got hate binçavkirin. Hunermend Çat ku bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wî hatibû wergirtin hatibû berdan. Çat, zextên di demên dawî de li ser hunermendên kurd zêde bûne nirxandin. 
 
‘JI BO TE BAŞ NABE’
 
Çat, da zanîn ku beriya ku di şahiya gel a Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Aydinê li dar xist de derkeve ser dikê, polîsên sivîl hatine cem wî û wiha got: “Polîsên sivîl hatin cem min û pirsa stranên ku dê bibêjim kirin, xwestin repertûarê bibînin. Min nîşanî wan neda û min ji wan re got ez ê stranên xwe bejim. Yek ji polîsan got ‘Tu stranên siyasî nabêjî ne wisa? Heke tu strana Kemal Pîr bêjî ji bo te baş nabe’. Piştî ku min ew stran got ez hatim binçavkirin. Hate gotin ku bi biryara dozgeriyê ez hatime binçavkirin lê di destê wan de têkildarî biryara dozgeriyê tu belge tune bûn. Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin.”
 
Çat, diyar kir ku ew birine Miduriyeta Polîsan a Aydinê û wiha berdewam kir: “Pirsên têkildarî ku min propaganda kiriye pirsîn. Min ji wan re got stran qanûnî ye û ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve hatiye pejirandin. Piştî ku têkildarî vê daxuyaniya pêwîst min kir pirsa “Fikra we ya têkildarî rêxistina terorî çiye’ pirsîn. Min ji wan re got pirsên we têkildarî konserê nînin. Dû re ez hatim berdan.”
 
‘HUNERMENDÊN KURD TÊDIKOŞIN’
 
Çat, qedexeyên konseran ên di demên dawî de zêde bûn weke “texrîbata ji ber pergala heyî” nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewldidin têkiliyên civakê qût bikin û piştevaniya mirovan asteng bikin. Îro bi dehan hunermendên kurd li sirgunê ne di girtîgehan de ne. Divê ewil em vê rastiyê bibînin. Ji bo ku xwedî li hunermendên kurd nayê derketin îro heman tişt bi serê hunermendên muxalîf jî tê. Hewceye gel bi piştevaniyê li dijî vê derkeve. Girtina hunermendên weke Gulşenê ji ber zextên li hunermendên kurd tên kirin ji nedîtî ve hatin, ev rewş qewimîn. Divê em di qada  çand û hunerê de jî piştevaniyê pêk bînin, heke ji van re deng neyê derxistin wê ew zilm û zext ji we re jî bên. Em weke hunermendên kurd ji bo gelê xwe têdikoşin, xwedî derketina gelê me wê vê zilmê bişkînin.”
 
‘ZEXTA LI SER HUNERMENDAN JI TECRÎDÊ SERBIXWE NÎNE’
 
Çat, anî ziman ku ji ber desthilatê çareseriyeke nû nedît zextê li kurdan dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Difikirin ku wê bi polîtîkayên zext û tundiyê li ser piyan bimînin. Lê belê ev ne çareserî ye, şopa tunebûnê ye. Ev zilma ji aliyê hikûmetê ve tê kirin salên 90’î derbas kiriye. Civak nema dikare bêhnê bistîne, lewma em bawer nakin ku hikûmet û mûxalîf ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê gavekê biavêjin. Em nikarin zexta li ser gelê kurd û hunermandan ji tecrîda ku di şexsê Abdullah Ocalan de li hemû girtîgehan tê ferzkirin, serbixwe bigirin dest. Têkoşîneke topyekûn divê, ji serî heta binî zext heye, lê wê bi ser nekevin. Salên 90’î û 80’yî ceribandin, bi ser neketin. Gelê kurd gelekî têgihiştî ye wê nirxên xwe biparêze. Divê hunermendên kurd û mûxalîf li dijî vê zilmê bibin yek.”
 
MA / Mûkadder Akyol