Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide

img
STENBOL - Hunermend Ayfer Duzdaş wê di 1’ê cotmehê de li Navenda Çanda Cemîl Candaş a Şîşliyê konserekê bide. 
 
Hunermend Ayfer Duzdaş ku stranên kurdî yên di nava gel de weke stranên Meletiyê yên bi navê “Stranên Erxevanê” , “Devoka Erxevanê” , “Awazên Erxevanê” û “Kilomên Arxawûn” tên zanîn berhev dike, dê di 1’ê cotmehê de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a navçeya Şîşliya Stenbolê konserekê bide. Konser wê saet di 19.00’an de dest pê bike. 
 
Duzdaş, dema van xebatên berhevkirinê dike; di navbera salên 2012 û 2014’an de serdana gelek gund û navçeyên Erxevan, Yazihan, Kurecîk, Hekîmxan ên Meletiyê dike û ji 90’î zêdetir berhemên zaravayê kurmancî yê kurdî yên aydê herêmê qeyd dike.