Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin

img
RIHA - Konsera ku hunermend Îlkay Akkaya da di 25’ê îlonê de li Rihayê bide, ji aliyê walitiyê ve hate qedexekirin. 
 
Konsera ku hunermend Îlkay Akkaya da di 25’ê îlonê de li Rihayê bide, bi hinceta “guncav nehate dîtin” ji aliyê welatiyê ve hate qedexekirin. Miduriyeta Şaxa Karên Hiqûqî ya Walitiya Rihayê serlêdana destûrê ya ji bo konsere bi gotina “Di warê ewlehiya giştî, nîzama giştî, asayîş û ewlehiyê de lidarxistina çalakiya konserê guncaw nehat dîtin” qedexe kir.