Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin

img
MÊRSÎN - Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr ê qedexekirina konsera 1’ê Îlonê şermezar kir, bi lêv kir ku ji bo biryar paş ve were kişandin wê têkoşîna hiqûqî bidin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê, têkildarî qedexekirina konsera wan a ji aliyê walitiyê ve ku plan dikirin di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de organîze bikin li Parka Ozgur Çocuk daxuyenî dan çapemeniyê. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Cewawerî jî em in aştî jî” hate vekirin û dowizên “Daxwaza aştiyê pergala cemaweriyê xera dike” , “Stran ji kengî were pergala cemaweriyê xera dikin” hatin hilgirtin. Daxuyanî Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr xwend. 
 
Demîr, konser û xebatên hûnerî yên di demên dawî de li welat tên qedexekirin bi bîr xist û diyar kir ku konsera ku di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Navenda Çanda Ataturk a Yenîşehîrê li dar bixin û Pinar Aydinlar û Dodan Ozer tev li bibin ji aliyê walitiyê ve hate qedexekirin. 
 
‘HIŞMENDIYA QEDEXEKER A GEFAN LI EWLEHIYA CEMAWERIYÊ DIXWE’
 
Demîr, bi lêv kir ku hinceta qedexekirina konserê “gefa li ewlehiya cemaweriyê ye” û wiha got: “Stranan kengî ji ewlehiya cemaweriyê re bûne gef? Pirzimaniya di konserên me de ku renginiya welatê me nîşan dide we aciz dike? Gelo hûn dixwazin li Mêrsînê berdewama qedexeyên li ser huner û hunermendên kurd zêde bikin? Ya ku gefê li ewlekariya cemaweriyê dixwe, bêtehemuliya we ya li vê hişmendiya qedexekar a baweriyên cuda, nasname û fikrên cuda ye. Cemawerî em in em. Em bawer in û diparêzin ku li welatê me her cûre cudahî dewlemendî ye û em her cure hişmendiya yekperest red dikin.”
 
‘BIRYAR TÊKILDARÎ ATMOSFERA HILBIJARTINÊ YE’
 
Demîr, ê destnîşan kir ku biryara walitiyê bêhiqûqî ye, da zanîn ku ji bo biryar were rawestandin ew ê dozê vekin û wiha bi lêv kir: “Qedexekirina konsera piştevaniyê ya 'Deng bide aştiyê, şer rawestîne' ne qanûnî ye, bi temamî bi konjonkturel û bi atmosfera hilbijartinê ve girêdayî ye. Em ê doza xwe vekin û heta dawiyê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin, em li dijî keyfîtiyê ne û em ê vê berdewam bikin. Konsera me ya piştevaniyê hate qedexekirin lê têkoşîna me wê bidome û em plan dikin ku di demekî pêş de konsera xwe ya piştevaniyê li dar bixin.”
 
Girseyê piştî daxuyaniyê bi çepikan dirûşmeya “Zext nikarin me têk bibin” berzkirin.