Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin

img
ŞIRNEX - Çalakiyên Şano û Zarokan a ku Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Silopiyayê ve tê lidarxistin, dê heta 18’ê tebaxê berdewam bike. 
 
Yek ji şaredariyên di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de mayî jî Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ye. Şaredarî tevî xizmetên gel, xebatên xwe yên çand û hunerî jî didomîne. Çalakiyên Şano û Zarokan a Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Silopiyayê dest pê kir. Bername, ji 5 atolyeyên zarokan, 3 nîşandanên şanoyê û dîwana dengbêjan jî di nav de bi giştî ji 7 bernameyan pêk tê.  
 
Destpêka çalakiyan bi atolyeya zarokan a li Taxa Ofîsê dest pê kir. Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Sûleyman Şavlûk, gelek zarok û malbatên wan eleqeyeke mezin nîşanî atolyeyê dan. Atolyeya zarokan dê îro jî li Parka Kîzîr a Taxa Cumhuriyetê bidome. Çalakî dê heya 18’ê tebaxê berdewam bikin.