PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî

img

AMED - Platforma Zimanê Kurdî, rewşenbîrê kurd Celadet Alî Bedirxan di salvegera 71'emîn a koça wî ya dawî de bi bîr anî û destnîşan kir ku li ser rêça Bedirxan dê xebata ji bo zimanê kurdî her berdewam be. 

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi boneya salvegera 71'emîn a koça dawî ya zimanzan û rewşenbîrê kurd Celadet Alî Bedirxan, daxuyaniyek bîranînê weşand. 
 
Daxuyaniya nivîskî ya PZK'ê ya bi sernavê "PZK Mîr Celadet Bedirxan bi rêzdarî bibîr tîne" wiha ye: 
 
"Di sala 1951'an 15'ê meha Temûzê de Mîr Celadet Bedirxan koça dawî kiribû. Di vê rojê de stêrkeke din ji Malbata Bedirxanîyan xericî bû û çûbû ser dilovanîya xwe. Wê roja reş ezmanên Kurdistanê gelekî xemgin bûn… Ewran hêstir dibarandin… Kewên ribat êdî nema dixwendin… 
 
Di wê roja tarî de Gelê Kurd bi rêzdarî xebata Mir Celadet bibîr dianî. Xebatên wîna di ber çavan re derbas dikirin. Baş tê zanîn ku Mir Celadet di şert û mercên gelek dijwar de xatir ji Kurdan xwestibû. Piştî xebateke dûr û dirêj, kedeke bê westan, bahweri bi doza gelê xwe, giringdayîna ziman, kultur û karê rewşenbirî Mir Celadet jî weke hemû Rewşenbirên Kurd, bi kesereke kûr di ser dil de ji nava Kurdan bar kiribû. Hemû Kurdan bi hev re jî beşdarî kesera Mîr Celadet dibûn. Bayê xemgîniyê jî li seranserê Kurdistanê belav dibû û di hiş û bîra Kurdan de hestên welatperwerıyê hina geştir dikirin…
 
Rewşenbîrê heja di pêşgotina Kovara Hewarê de ku dı 1932 an de dest bi weşanê kiribû, daxwaz û ramanên xwe wilo formule kiribûn. Di vê hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê de daxwaz û ramanên Kurdewar bi zimanekî hêsan wilo anîbûn ser kaxezê, 'Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin'. 
 
Belê. Platforma Zimanê Kurdî bi erka xwe ya bingehîn dizane ku xebata Mir Celadet Bedirxan û hemû rêhavalên wî ku ji bona geşkirina zimanê Kurdî destpê kiribûn, wê bi sebir, bi hişmendî û bi hevbeşî berdewam bike. Karê ziman karekî hevbeş e û bê xebata siyasî qet nabe. Ji ber wilo em weke PZK dibêjin; Welatperwerî bê zimanê Kurdî nabe. Siyaseta Kurdî bê zimanê Kurdî nabe. Nasnama Kurdî bê zimanê Kurdî nabe. Têkoşîn ji bona Mafê Kurdan bê zimanê Kurdî nabe. Kurdbûn bê zimanê Kurdî nabe. Zimanê Kurdî di nava tevgera Kurdî de divê bibe rengê hemû Kurdan. Ji ber ku zimanê Kurdî bi rastî hebûna me ye. Hebûna netewa me ye. 
Bi wan hest û ramanan em roja koça dawî ya Mîr Celadet Bedirxan bibîr tînin. Sersaxiyê ji hemû gelê Kurd re dixwazin û dubarê dibêjin; xebat ji bona zimanê Kurdî her berdewam e!" 
 
CELADET ALÎ BEDIRXAN KÎ YE? 
 
Celadet Alî Bedirxan di 26'ê nîsanê 1893'yan de li Stenbolê ji dayik bûye. Di 15'ê tîrmeha 1951'an de li Hêcanê ya Şamê koça dawî kiriye. Ew siyasetmedar, rojnamevan û zimannasê kurd bû. Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha wêjeya kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate sirgûnkirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza tirk bi serokayetiya Mustafa Kemal Atatürk bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.
 
Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: îngilîzî, fransî, almanî, tirkî, farisî, erebî, rûsî û yewnanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.