Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin

img
AMED - Salvegera damezrandina Zarok Ma'yê bi konseran hate pîrozkirin. 
 
Ma Musîcê ji ber salvegera damezrandina Zarok Ma'yê du rojan konser li dar xistin. Eleqeyeke zêde nîşanî konsera ku li baxçeyê Zarok Ma'yê hate lidarxistin, dan. 
 
Koordînartorê Ma Musîcê Şerko Kanîwar, bi lêv kir ku ji ber pîrozkirina damezrandina Zarok Ma'yê hatin gelhev û wiha got: "Weke tê zanîn beriya salekê me Zarok Ma vekir. Ev destpêkeke nû û mezin bû. Me di nava salekê de serkeftinên mezin bi dest xistin."
 
Kanîwar, da zanîn ku wê di 29, 30 û 31 tîrmehê li baxçeyê Zarok Ma'yê Hinek Henek were nîşandan. Piştî axaftina Kanîwar, di şeftiya Mûstafa Abî Abbas de  Koma Ma û Orkestraya Mala Muzîkê derketin ser dikê û stranên xwe pêşkeş kirin. Konser, bi kulîlk dayîna hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Emel Çîftçî ya hunermendan bi dawî bû.