Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin

img
MÊRSÎN - Cejna Sarûhan ragihand ku li Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê atolyeyên erbane, baxleme û zarokan dane destpêkirin û got: "Li ku derê dibe bila bibe em ê hunera xwe bidomînin." 
 
Li Mêrsînê atolyeyên Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê dest pê kirin. Li komeleyê ku di 10'ê Gulanê de hat vekirin tevî atolyeyên baxleme û erbaneyê atolyeyên zarokan jî tên lidarxistin. Komele di çarçoveya xebatên komeleyê de çalakiyên dengbêjan jî li dar dixe. 
 
HUNERA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ
 
Ji endamên komeleyê Cejna Sarûhan diyar kir ku li Mêrsînê gelek çand hene û dê li vir di her warî de bixebitin. Sarûhan got: "Me xwest jinên di her warî de tune tên ehsibandin di hunerê de hebin. Em li hemberî feraseta 'Tu jin î, nikarî bikî' radibin û hunerê dikin. Em hewl didin jin bi reng xwe, bi zimanê xwe hunerê bikin." 
 
Sarûhan anî ziman ku dixwazin zarok jî bi zimanê xwe yê zikmakî hunerê bikin û got: "Belê li bajêr navendên çandê hene. Lê em li gor me ev têr nakin. Zarok nikarin bi zimanê xwe hunerê bikin. Her wiha gelek zarok jî nikarin xwe bigihînin hunerê. Lewma me atolyeya zarokan vekir. Qeydên me didomin." 
 
BERTEKÊN LI DIJÎ QEDEXEYAN
 
Sarûhan di dawiya axaftina xwe de li hemberî qedexeyan bal kişand ser xebatên hunerî yên bi kurdî û got: "Li Mêrsînê şanoya kurdî hat qedexekirin. Konser tên qedexekirin. Em bi her awayî bi zextan re rû bi rû ne. Lê ev nayê wateya ku em ê bi kurdî hunerê nekin. Em ê bi zimanê xwe yê zikmkaî hunera xwe bikin. Em dixwazin her kes bi zimanê xwe hunerê bike. Huner û ziman ji hev nayên qutkirin. Zimanê me hebe, hunera me jî heye. Em li ku derê dibin bila bibin em ê hunerê bikin. Em ê bi israr li dijî zextên li ser ziman û hunerê bitêkoşin." 
 
Sarûhan ragihand ku li komeleyê atolyeyên wan ên baxleme, erbane û zarokan dest pê kirine û dê li ser hesabê xwe yên medyaya sanal atolyeyan ragihînin. 
 
MA / Cemîl Ûgûr