Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn

  • rojane
  • 09:05 22 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Dê bi munasebeta 26'emîn salvegera koça dawî ya dengbêj Şakiro "Şeva Bîranîna Şahê Dengbêjan Şakiro" bê lidarxistin. Hunermendê NÇM'ê Engîn Denîz anî ziman ku dê bi vê bîranînê bersiva zextên li ser kurdî jî bidin. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û Navenda Çandê ya Golgeyê (GKM) di 24'ê hezîranê de bi munasebeta 26'emîn salvegera mirina dengbêj Şakiro li Navenda Çandê ya Cem Karaca "Şeva Bîranîna Şahê Dengbêjan Şakiro" li dar bixin. Bîranîn dê saet di 19.00'an de dest pê bike û dê di destpêkê de helbestvan-nivîskar Mûrathan Mûngan biaxive. Her wiha dê dengbêj Zahiro, Kazo, Xênî, Salihê Qubînî, Hediya, Eylul Nazlier û Erhan Kaya jî tevli bîranînê bibin. 
 
Ji xeynî vê dê di beşa dudoyan a bîranînê de giringiya dengbêjiyê di çanda kurdî de bê nîqaşkirin. Di vê beşê de jî dê hunermend Ciwan Haco, Omer Guneş, Îbrahîm Şahîn, Hozan Marûf û Hozan Şemdîn jî bi rêya vîdeo konferansê tevli bernameyê bibin û mijarê binirxînin. 
 
BÎRA KURDÎ: ŞAKIRO
 
Hunermendê NÇM'ê Engîn Denîz li ser girîngiya şeva bîranînê sekinî. Denîz destnîşan kir ku dengbêj Şakiro ji bo kurdan temsîliyeta kevneşopiyeke dîrokî ye û di heman demê de bîra kurdan e. Denîz diyar kir ku cara ewil e ku dê ji bo Şakiro çalakiyeke berfireh li dar bixin û dê di çalakiyê de di şexsê Şakiro de hemû dengbêjin jiyana xwe ji dest dane bibîr bixin. Denîz bi lêv kir ku ji dengbêjên ku herî zêde çanda dengbêjiyê temsîl dikin yek jê Şakiro ye û dê bi vê bîranîn bersiva zext û çewisandinên li ser kurdî jî bidin.
 
Denîz bal kişand ser zext û zoriyên li ser çanda kurdî jî û got: "Em hemû bi çewisandinên çandî, aborî û siyasî re rû bi rû diman, lê îsal çewisandin pir berbiçav bûne. Cara ewil e ku ev qasî aşkere êrişêd ibin ser kurdî. Lewma ev di heman demê de dê bibe bersiva van çewisandinan jî. Bi rastî jî qedexekirina zimanê civakekê tiştekî hovane ye. Em kurd jî dixwazin li hemberî vê xwedî helwest bibin û bersivan van pêkanînan bidin. Çalakiya me dê bi hêleke xwe di vê çaçroveyê de be." 
 
‘DIVÊ EV DESTPÊK BE'
 
Denîz diyar kir ku zextên li ser kurdî ji ber polîtîkaya kedxwariyê ye û sedema sereke ya ya vê polîtîkayê jî ew e ku dixwazin kurdan asîmle bikin. Denîz destnîşan kir ku lê qethiyen dê ev polîtîka bi ser nekeve û wiha got: "Kurd çi dibe bila bibe dê xwedî li zimanê xwe derkevin. Mînakên vê yekê pir in. Qedexekirina zimanekî nayê qbeûlkirin. Armanca me em hem Şakiro bibr bînin hem jî bidin der ku he rkes xwedî li kurdî derkeve. Hêleke wê ya din jî em li dijî zextan nîşan bidin ku em hê li vir in û em ê heya dawiyê xwedî li vî zimanî derkevin. Ji bo çanda dengbêjiyê bigihê nifşên nû divê em rêyên nû bibînin. Ev, divê bibe destpêk." 
 
Denîz di dawiyê de bang li her kesî kir ku tevli şeva bîranînê bibin.