Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"

img
AMED -  Qeyûmê Sûrê, Abdûllah Çîftçî navê Taxa Kitibilê a Sûrê bi hinceta ku "vegotina wê zehmet e"  guherand û kir "Fetîh".  
 
Navê Taxa Kitibil a navçeya Sûrê ya Amedê weke "Fetîh" hat guherandin. Qeyûmê Sûrê Abdullah Çîftçî, bi hinceta ku "vegotina wê zehmet e" navê taxê guherand û bi wesîleya kontrolkirina Artêşa Îslamê ya Amedê ya di sala 639'an de navê taxê kir "Fetîh".