Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan

img
MÊRSÎN - Platforma Hunermendan a Çukurovayê bertek nîşanî qedexekirina lîstika “Tartuffe” ya Şanoya Bajar a Amedê da û wiha got: “Em, van sepanên dijdemokratîk û faşîst şermezar dikin.” 
 
Platforma Hunermendan a Çukurovayê têkildarî lîstika kurdî ya “Tartuffe” ya Şanoya Bajar a Amedê ku li Edene û Mêrsînê hatibû qedexekirin, daxuyanî da. Daxuyanî li Parka Zarokê Azad a Mêrsînê hate dayîn û dowîzên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” hatibûn vekirin. Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak, rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP’ê, TUAY-DER, AKKAY-DER, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê û gelek hunermend beşdarî daxuyaniyê bûn. Hunermend Cejna Sarûhan li ser navê platformê axivî. 
 
Sarûhan bertek nîşanî qedexeyan da û wiha got: “Gel; bi dîrok, çand û zimanê xwe hene. Hebûn û domdariya wan girêdayî vê ye. Hemû polîtîkayên înkar û pişaftinê, raste rast hebûna wî gelî hedef digire. Ji destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê heta niha gel, çand û baweriyên cuda hatine înkarkirin û ji bo tunekirina wan jî polîtîkayên taybet hatine meşandin. Her çend ku bi demê re hikûmet guherîbin jî, lê belê ev sepanên li dijî gelê kurd û gelên din her tim berdewam kirin. Derfet û bingeha parastina hebûn û çanda xwe ji holê hatine rakirin û bi sedemên derqanûnî hewl dane asteng bikin. Zext û qedexeyên li ser çanda kurdî û hunermendên muxalîf di demên dawî de hêj zêdetir bûne.”
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Bi domdarî Sarûhan bal kişand ser qedexekirina lîstiya şanoyê ya “Tartûffe”yê û wiha domand: “Herî dawî bi sedema ‘ewlehiyê’, di 5-6’ê hezîrana 2022’yan de lîstiya “Tartûffe” ya Şanoya Bajar a Amedê ji hêla waliyên Edene û Mêrsînê ve hate qedexekirin. Hemû kes bi dîrok û naveroka ‘Tartûffe’yê dizane. Bi sedan caran hatiye lîstin û girseyekî zêde jî temaşe kiriye. Tu bingeheke qanûnî ya qedexekirina lîstikeke wiha ya xurt nîne. Bi temamî biryareke keyfî ye. Em li vir dibêjin ku dê helwesta me ya li dijî qedexe û astengkirinên li ser çand û hunera me bi zelalî nîşan bidin. Dê tu zext û qedexe nekarin me ji xebatên me yên hunerî bikin. Banga me li hemû kes û saziyên ku xwe weke sosyalîst, demokrat û gelparêz dibînin ew e ku li dijî van helwestên înkarger xwedî helwest bin. Weke hunermend, siyasetmedar û kedkaran, em van sepanên dijdemokratîk û faşîst red dikin û şermezar dikin.” 
 
Beşdar, piştî daxuyaniyê li ber erbane û stranên kurdî xelekên govendê gerandin.