Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir

img

AMED - Li Pirtûkxaneya Payîzê, li ser wêjeya kurdî gotûbêjek hat lidarxisin û helbestwan Herdem Merwanî pirtûka xwe ya ‘Reqsa Perperîkan’ îmza kir.   

 
Li Pirtukxaneya Payîzê ya li navçeya Yenişehîrê ya Amedê,  li ser wêjeya kurdî Mehmet Akdogan û Helbestwan Herdem Merwanî gotûbêjek li dar xistin. Gelek kes tev li gotûbêjê bûn û eleqeyeke zêde nîşan dan.  
 
Ewil nivîskar Akdogan ku moderatoriya gotûbêjê kir axivî. Akdogan, di axaftina xwe de qala girîngiya wêje kurdî kir. Piştî Akdogan Helbestvan Merwanî axivî û serpêhatiye jiyan û nivîsandina xwe vegot. Merwanî, da zanîn ku di 12 saliya xwe de ji bi hinceta siyasî hatiye girtin û 7 salan girtî maye û got ku ew girtîgehê weke zanîngeh dibîne. 
 
Piştî axaftina xwe gotûbêjê bi pirs û xwendina helbestan berdewam kir. 
 
Herî dawî Merwanî pirtûka xwe helbestan "Reqsa Perperîkan" da nasîn û ji bo beşdarên gotûbêjê îmze kir. 
 
HERDEM MERWANÎ KÊ YE?
 
Merwanî ku bavê wê girtî ye, li Amedê tev li Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dibe û bi navê "Çira" û "Reqsa Perperîkan" 2 pirtûkên wê yên helbestan hene.