Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir 2022-05-29 17:25:23 AMED - Li Pirtûkxaneya Payîzê, li ser wêjeya kurdî gotûbêjek hat lidarxisin û helbestwan Herdem Merwanî pirtûka xwe ya ‘Reqsa Perperîkan’ îmza kir.      Li Pirtukxaneya Payîzê ya li navçeya Yenişehîrê ya Amedê,  li ser wêjeya kurdî Mehmet Akdogan û Helbestwan Herdem Merwanî gotûbêjek li dar xistin. Gelek kes tev li gotûbêjê bûn û eleqeyeke zêde nîşan dan.     Ewil nivîskar Akdogan ku moderatoriya gotûbêjê kir axivî. Akdogan, di axaftina xwe de qala girîngiya wêje kurdî kir. Piştî Akdogan Helbestvan Merwanî axivî û serpêhatiye jiyan û nivîsandina xwe vegot. Merwanî, da zanîn ku di 12 saliya xwe de ji bi hinceta siyasî hatiye girtin û 7 salan girtî maye û got ku ew girtîgehê weke zanîngeh dibîne.    Piştî axaftina xwe gotûbêjê bi pirs û xwendina helbestan berdewam kir.    Herî dawî Merwanî pirtûka xwe helbestan "Reqsa Perperîkan" da nasîn û ji bo beşdarên gotûbêjê îmze kir.    HERDEM MERWANÎ KÊ YE?   Merwanî ku bavê wê girtî ye, li Amedê tev li Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dibe û bi navê "Çira" û "Reqsa Perperîkan" 2 pirtûkên wê yên helbestan hene.