Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye

img
AMED - Hunermend Kadîr Çat diyar kir ku îktidar dixwaze bi qedexekirina çalakiyên çand û hunerî kurdê xwe biafirîne û got: “Ya ku hatiye qedexekirin tenê ne konserek, çalakiyek e, çand û huner û zimanê kurdî tê qedexekirin.”
  
Di van rojên ku 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dihat pîrozkirin, li Kocaeliyê lîstika Şanoya Bajêr a Amedê, konsera Aynûr Dogan hat qedexekirin, konsera Metîn Kemal Kahraman ji aliyê Walîtiya Mûşê ve, li Bedlîsê konsera koma muzîkê ya Stêrka Karwan bi hêcetên cuda hatin qedexekirin. 
 
Hunermendê kurd Kadîr Çat qedexekirina şahî û çalakiyên çand û hunera kurdî nirxand û bertek nîşanî qedexeyan da û destnîşan kir ku ew ê dest ji çand û hunera kurdî bernedin. 
 
'ÊRIŞEK GIŞTÎ LI SER ZIMANÊ KURDÎ HEYE’ 
 
Çat da zanîn ku îktidar bi feraseta “dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe” çand, huner û ziman3e kurdî qedexe dike û got: “Polîtîkaya dabeş bike-birêve bibe îro jî di rojevê de ye. Sedî sed bi pêvajoya siyasî ve girêdayî ye. Li ser zimanê kurdî êrişek giştî heye. Her dem muheqeq qedexe û astengî li ser ziman hene. Lê divê ev baş bê zanîn ku kes nikare çand û hunera me qedexe bike.” 
 
‘KURDÊN XWE Û HUNERMENDÊN XWE DIAFIRÎNIN’ 
 
Çat diyar kir ku tenê ne çand û zimanê kurdî tê qedexekirin û got: “Tişta ku dikin armanc ew e ku ev çand mezin nebe û li pêş nekeve. Lewma her tiştên me qedexe dikin. Çalakî û konserên hunerî yên NÇM’ê tên qedexekirin. Polîtîkaya îktidarê ya ku kurdên xwe biafirîne û stranbêjê xwe biafirîne di dewrê de ye. Li aliyekî konsera Aynûr Dogan tê qedexekirin, li aliyekî jî stranbêjek bi navê Mustafa Cecelî dibin navçeyek Kurdistanê û pê stranên kurdî didin gotin. Polîtîkaya afirandina kurdê xwe û hunermendê xwe yê kurdî ev e. Serokkomarê AKP’yî dema tê Amedê tabela û pankartan bi kurdî amade dikin û bi kurdî dirûşman berz dikin ji bo wan nabe tengasî lê ji bo me kurdan dibe tengasî.” 
 
‘YA KU TÊ QEDEXEKIRIN KURDBÛN E’ 
 
Çat bal kişand ser polîtîkaya taybet a li Herêma Kurdistanê û wiha got: “Her wiha hunermendên li Başûr bi polîtîkayek taybet tên terbiyekirin û pişt re jî dişînin Tirkiyeyê. Ev hunermend bi heman polîtîkayê di bin navê çand û hunerê de di Rudaw Tv û her wiha di hinek qenalên din de li ser madiyetê hunerê dikin. Û yek bi yek nêzî hunermendên Tirkiyeyê dibin. Haya wan ji hişmendiya ked, netewî nîne û hunerek li ser madiyatê û ku kêrî îktidarê were dikin. Lewma tişta ku hatiye qedexekirin tenê ne çalakiyek, konserek e, tişta kut ê qedexekirin, çand, huner û zimanê kurdî ye. Ya kut ê qedexekirin çav, guh û zimanê kurdan e.” 
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN’ 
 
Çat bang hunermendên kurd kir û got: “Bivê nevê divê em di her qadên hunerê de hilberînin. Dema em neafirînin, dê nirxên me dest xistiye jî dê bên jibîrakirin. Em li baxçeyek hunerê dijîn û divê em li vî baxçeyî çandinê bikin. Bi hezaran nirxên me hene, çiya û deştên me û rûbarên me yê tije xwîn diherikin hene. Av û axa me heye û navenda me ya hunerê ye. Mezopotamya dergûşa çand û hunerê ye. Çi dibe bila bibe divê me xwedî lê derkevim. Ji bilî vê tu rêyek me din tune ye. Hunermendên kurd parêzvanên vî zimanî ne û divê pir eşkere li her derê xwedî derketinê nîşan bidin û li her deverê ziman û hunera kurdî geş bikin.” 
 
MA / Eylem Akdag