Aksal bi stand-up’a xwe amedî kenandin

img

AMED- Firat Aksal di çarçoveya bernameya meha gulanê de li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê bi mijarên cur bi cur derket pêşberî bîneran. 

 
Aksal di stand-up'a xwe de bal kişand ser kurdayetî û zehmetiyên ku wî li welatê Tirkiyeyê kişandiye kir mijar. Aksal destnîşan kir ku kurd ji ber atmosfera hatiye avakirin wekî ne ji vî welatî bin tên dîtin û van diyalogan di nîşandana xwe de anî ziman: ‘Carekê di nîşandanekî de temaşevanekî jin bi kelecanî hat cem min û bi westiyayî bêhna xwe veda û bi şaşwazî ev pirs ji min kir : “Gelo kurdbûn di we de heye”.
 
LÎSTIKVAN ÇI KARÎ DIKIN’
 
Aksal, li ser rewşa lîstikvan û lîstikvaniyê sekinî û da zanîn ku ew bi şanoyê debara xwe dikin û li derveyî şanoyê nikarin karekî din bikin. Aksal bi bîr xist ku gel ji xeynî şanogeriyê pirsa karekî din dikin û li bendê ne ku ew bersiva karê xwe yê din jî bidin. Aksal anî ziman ku ew ji pirsên welatiyên ku karê wî bipirsin bêzar bûye û wiha got: “Jixwe em nikarin şanogeriyê debarê bikin lê dîsa jî ez ji listîkvaniyê gelek hesdikim û dilîzim. 
 
‘TEQAWITÊ ÇEPGIR’
 
Aksal di parvekirinên xwe de nakokiyên çepgiran û çepgiriya çepgiran jî bi awayekî pêkenokî nîrxand û bîneran da kenandin. Aksal vê serpêhatiya xwe wiha bi bîr xist:”Di dema ciwantiya xwe de çepgir gelek çalak in û tevlî gelek çalakiyan dibin. Lê belê dema ku rastî nakokiyekî tên dixeyidin û vê yekê bi tu awayî efu nakir. Ji ber vê xeyîdînê wekî ku ji çepgirê teqawut dibin ji kar û jiyana çepgir dûr dikevin û dest jê berdidin”. 
 
‘TÊ BIBÎ DANSOZ’
 
Aksal behsa çîroka xwe ya ku biryara şanogeriyê girtiye kir û bertekên malbatê yên li dijî vê biryarê jî parve kirin. Aksal anî ziman ku dema ew bi vê biryarê derketiye hember malbata xwe, apê wî bertekek wiha daye: "Wekî ku min gunekî mezin kiriye malbat dixwest ku min ji vî karî dûr bixe. Mamê min ji min re wiha got ‘Tê bibî dansoz’.
 
‘QEYÛMTÎ BI AQIL RE LÎSTIN E’
 
Aksal di nîşandana xwe de bal kişand ser rastiya qeyûman û çavdêriyên xwe wiha rave kir: "Qeyûm radibe rêyekî çêdike. Hefteyek şûnde xira dike. Piştre radibe refûjekê di navbera rê çêdîke ku tu incax bi asansorekî dikarî dakevî ser. Jixwe hefteyek şûnda wê ji nû ve çêdike û saetekî li ser bi cih dikê lê vê carê saet naxebite. Saetên xelet rojê du car saetê rast nîşan didin lê ev saet carna ceyran tê carna nayê. Dema ceyran tê saet dîsa dilîze ji ber vê yekê tu caran saetê rast venabêje.
 
Amediyan eleqeyekî mezin nîşanî Stand-up’a Aksal dan.