Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefîlma Hêza ku çîroka jineke êzdî digire dest, di Mîhrîcana Xelatan a Fîlman a Jinên Serbixwe ya Los Angelesê xelata "Belgefîlma herî baş" wergirt. 

Festîvala Fîlmên Jinan a Serbixwe ya Los Angelesê (LA) ku îsal cara heftemîn tê lidarxistin, ji gelek deverên cîhanê berhemên jinan li hev kom kir. Festîval bi 25 beşên wek ‘Fîlmê vegotinê yê demdirêj ê herî baş’, ‘Montaja herî baş û çîroka kurt a herî baş’, ‘Derhênera/ê herî baş’, ‘Aktrîsta/ê herî baş2, ‘Fîlmçêkera/ê herî baş’, ‘Sînematografiya herî baş’ û ‘Dokûmantera herî baş’ de xelat hatin dayîn.
 
Di Festîvala filmên Los Angelesê de dokûmantera Hêzayê hêjayî xelata ‘Dokûmantera herî baş’ hat dîtin. Wek tê zanîn ku dokûmantera Hêzayê di meha nîsanê de li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Bodenê ya Swêdê xelata ‘Dokûmantera herî baş’, li Bhûtan a başûrê Asyayê jî di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Drûk de jî xelata ‘Serketina bilind’ wergirtibû.
 
Derhênera Hêzayê Derya Denîz diyar kir ku ev dokumanter ji bo hemû jinên ji DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin û yên li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dane, hatiye amadekirin û xelatên tên dayin jî yên wan e.
 
Hêza qala çîroka jineke êzidî ya ku di 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê, ji ber êrişa çeteyên DAÎŞ’ê jiyana wê bi temamî guherî dike. Hêza jineke êzidî ye ku fermandareke YJŞ’ê ye ku di dema fermanê de ji aliyê DAÎŞ’ê ve tê revandin û dibin Reqayê. Li Reqayê gelek caran hewl dide întixar bike û dawiya dawî xwe ji destê DAÎŞ’ê rizgar dike û tev li refên YJŞ’ê bû.
 
Hêza di sala 2016’an de jî weke fermandareke YJŞ’ê tev li pêngava rizgarkirina Reqayê dibe.