Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

img
ÊLIH - Li Êlihê di çalakiya bi armanca piştgiriya bi nivîskarên girtî re hat lidarxistin de, pirtûkên wan hatin îmzekirin. 
 
PEN a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û ARÎ-DER, ji bo piştgiriya bi nivîskarên girtî re li Şaxa Petrol-Îş'ê ya Êlihê çalakiya îmzekirina pirtûkan li dar xistin.
Di çalakiyê de pirtûkên Laleş Çelîker, Leyla Atabay, Îdrîs Erenç, Gulazer Akin, Cengîz Sînan Çelîk, Abdullah Yilmaz, Ahmet Akgul, Resul Baltaci, Tayyip Ûgûr, Ercan Dogan, Ramazan Çeper, Necmettin Tûral û Nesîp Tarim hatin îmzekirin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li bajêr tevlî çalakiyê bûn. Nûnerê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê yê Êlihê Feysal Ozdemîr, da zanîn ku hejmara nivîskarên girtî bi ser 90’an de ye. 
 
Ozdemîr, bi lêv kir ku ji bo piştgiriya nivîskarên girtî ev çalakiye li dar xistine û wiha got: “Derfetên nivîskarên di girtîgehê de nîne ku pirtûkên xwe bigihînin xwînêran. Divê em xwedî li berhemên nivîskarên girtî derkevin.”
 
Ozdemîr, da zanîn ku girtîgeh ji bo vîna gelan bişikînin hatine avakirin û wiha got: “Zindan bûn navenda perwerdeyê ya vî gelî. Li vê derê, girtiyên ku li şûna teslîmiyetê berxwedan hilbijartin, li her qadê xwe bi pêş xistin. Nivîskarên ku me îro pirtûkên wan ji we re anîn jî ji van girtiyanin. Pirtûkên ku di nava şert û mercên zehmet de derdikevin, berxwedana li gelek qadan, bi taybetî berxwedana zîndanê ronî dikin.”
 
WÊ PIŞTÎ ÊLIHÊ LI RIHAYÊ BIN
 
Ozdemîr, da zanîn ku piştî Amed û Mêrdînê li Êlihê bi pirtûkhezan re hatin gelhev û diyar kir ku wê navnîşana wan a piştî Êlihê, Riha be. Kekê yek ji nivîskarên girtî Abdûllah Yilmaz, Şukru Yilmaz spasiyên xwe pêşkeşî kesên tevlî çalakiyê bûn kirin. Yilmaz bal kişand ser zextên li girtîgehan û anî ziman ku girtî li dijî zextan li her qadê xwe perwerde dikin û pirtûkên ku nivîsandine berhemeke vê perwerdeyê ye.