Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn

img

AMED - Ma Musîcê, di çarçoveya şahiyên Rojên Ma Muzîkê de Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo, bi klamên bi meyan bi bîr anî.

Akademiya Ma Musîcê starta 4’emîn şahiya "Rojên Ma Muzîkê" ku diyariyê mîrê  bilûrê Egîdê Cimo kirin li avahiya xwe ya li navçeya Peyasa Amedê da. Hezkiriyên Cimo, hunermendên ciwan û gelek kes beşdarî şahiyê bûn.

‘EM Ê EGÎDÊ CIMO BIDIN JIYÎN’ 

Yek ji perwerdekarên Ma Musîcê Mesûd Gever ê di şahiyê de axivî, çîroka jiyana Egîdê Cimo vegot û qala mîrateya ji muzîka kurdî re hiştî kir. Gever, diyar kir ku Egîdê Cimo bi bilûra ji qamîşê ji qamirgehê veqetandî çêkirî dest bi muzîkê kir û wiha got: “Em jiyana Egîdê Cimo ku bi koçberiyê derbas bû di dengê meyê de hîs dikin. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku, weke Akademiya Ma Musîc û şagirtên Egîdê Cimo, em ê muzîka kurdî pêşdetir bibin û Wî bidin jiyîn.”

Di şahiyê de bi klaman bi meyan stranên Egîdê Cimo ku can danê yên Karapetê Xaço yên Lawikê Mêtînê, Berîvanê, Girê Sîra û stranên Radyoya Êrîvanê hatin strandin. Beşdarvanan demekî dirêj lîlandin û ji bo hunermendan li çepikan xistin. Rojên Ma Musîcê wê heta 9’ê Sibatê bi çalakiyên cuda berdewam bike.