Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

img

MÊRDÎN - PEN'a Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Wêjekarên Kurd li Mêrdînê ji bo nivîskarên girtî roja îmzeyê li dar xistin. 

PEN'a Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên girtî Fecrîye Benek, Delîl Payiz, Rojbîn Perîşan, Evdê Cano, Nezîr Çakan, Yaşar Aslan, Mem Farqînî, Mahîr Bagok, Cengîz Eker û Îlhan Dayan çalakiya îmzekirina pirtûkên wan li dar xist. Çalakiya îmzekirina pirtûkan li avhiya KESK'ê ya Mêrdînê pêk hat. Gelek nivîskar û helbestvan, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar û welatî beşdarî çalakiyê bûn. 5 nivîskarên kurd pirtûkên nivîskarên girtî ji bo xwîneran îmze kirin. Pişt re plaketên spasiyê dan nivîskaran. 
 
Nivîskar Ahmet Çelîk derbarê vê bernameya li dar xistin de agahî da û diyar kir ku ji bo ew balê bikişînin ser rewşa girtiyan û nivîskarên girtÎ vê çalakiyê li dar xistine. Çelîk da zanîn ku pêwîste her kes li nivîskarên girtî û hemû girtiyan xwedî derkeve. Çelîk got wê çalakiyên wan li bajarên wek Şirnex, Êlih, Wan û pişt jî li bajarên rojavayê Tirkiyê berdewam bikin.