Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yenîsahneya Êlihê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkere kir. 
 
Yenîsahneya Êlihê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkere kir. Li gorî bernameya ku hat parvekirin lîstika “Serbaz” saet di 19.00’an de lîstikên din jî dê saet di 19.30’an werin pêşandan. Li gorî bernameyê wê di 6 û 20’ê Çileyê de lîstika “Cîmrî”, di 8, 13 û 22’yê Çileyê lîstika “Serbaz” ku Yenî Sahne dilîzê, di 18’ê Çileyê de lîstika “Mem û Zîn” ku Şermola Performans dilîze, “bir metrekare de goz goze gelme ya” Sînem Yarûk dilîze, dê werin lîstin. 
 
Hunermend Kasim Taşdogan jî dê 8’ê Çileyê saet 20.00’an de li Yenîsahneyê bi konserekê bi hezkiriyên xwe re were cem hev. 
 
Dîsa wê di 12’ê Çileyê saet 19.30’an de fîlmê bi navê “Çatlak”, di 19’ê Çileyê saet 19.30’an de jî belgefîlma bi navê “Sakli Haç” dê werin pêşandan. 
 
Yenîsahne wê di 8’ê Çileyê saet 19.00’an de lîstika “Serbaz” li Eywana Tahîr Elçî ya li Rihayê bilîze. 
 
Yenîsahne wê bi lîstîka Serbaz perdeya xwe ya meha Çileyê bigire.