Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hunergeha Welat ku li Rojavayê Kurdistanê xebatên girîng ên hunerî dike, bi beşdariya 125 stranbêjan klîba “Awazên Windayî” bi 6 zimanan amade kir. 

Hunergeha Welat li Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) xebatên girîng ên hunerî dike. Stran û klîbên girîng amade dike. Hunergeha Welat vê carê bi strana “Awazên Windayî” rengîniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rengê gelan e vegot. Hunergehê bi 6 komên hunerî yên ji 125 stranbêjan pêk tê bi 6 zimanan klîbek hevpar amade kir. Di klîbê de stranên kurdî, erebî, ermenkî, sûryankî, tirkî û çerkezî hene. Derhêneriya klîbê Bêkes Darî û Delîl Mîrsaz kirine. 
 
Lînka stranê wiha ye: