Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser rola hêzên demokrasiyê ya di pêvajoyê de û got: “Tifaq û piştevanî têr nake. Divê berpirsyartiyê li xwe bigirin, li cem Tevgera Azadiyê ya Kurd cih bigirin.” 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkêrên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Civaka Azad (TOP) li Enqereyê Komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” pêk anî. Komxebat 2 roj in didome. Komxebat li Odeya Endezyarên Makîneyê berdewam kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî tev li komxebatê bûn. Komxebat bi axaftinên nûner û endamên partiyên siyasî berdewam kir.
 
‘HEWCEYE PÊVAJO CIVAKÎ BIBE’
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di komxebatê de axivî û anî ziman ku hewceye ew li ser “Çima pêvajo hê jî civakî nebûyê” nîqaş bikin û got: “Piştgiriya ji bo pêvajoyê zêdeyî ji sedî 80’î ye. Lê baweriya civakê bi desthilata AKP’ê tune ye. Divê em vê pêvajoyê civakî bikin. Dema civakî nebe desthilat dikare li gor berjewendiyên xwe tevbigere. Divê em pêvajoyê li benda desthilat nêhelin. Em hevsengiyeke nû ava bikin. Divê hemû alî xwe ji pêvajoyê berpirsyar bibînin. Yanî di nav pêkhateyên me de kesên ku zimanê wan ê dayikê Kurdî ye jî hene. An zaravayê Kirmançkî an jî Kurmancî. Lê em qet nabînin ku ew bi zaravayê xwe diaxivin. Weke ku tenê endamên Tevgera Siyasî ya Kurd dikarin biaxivin tevdigerin. Na bila ew jî biaxivin. Ew yek jî nîşan dide ku çima em ew qas tenê ne.”
 
‘DIVÊ EM BI TÊKOŞÎNA XWE HUNDIRÊ KOMUNAN DAGIRIN’ 
 
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçarê destnîşan kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan li çar aliyên Kurdistanê bû xwedî hêzek û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew hêz 40 sal in zextê li demokrasiya Tirkiyeyê dike. Birêz Ocalan dibêje, ‘Yan sosyalîzm an jî dawiya cîhana ku em tê de dijîn.’ Rast e tişta ku Tirkiye di vê serdema nû ya danûstandinê de anî maseyê, guhertinên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn bûn. Lê ji bo siyaseta demokratîk a Kurd, ne tenê guhertinên jeopolîtîk bûn. Ji sala 1993’yan û vir ve lêgerîneke ji bo aştiyê hebû. Encama vê pêvajoyê jî ne tenê aştiyeke bi Kurdan re ye. Avakirina demokrasiyeke herêmî ji bo hemû welatiyan e. Birêz Ocalan qala komunan dike. Komun pergaleke bê dewlet e. Rêveberiya gel ya xwe bi xwe ye. Birêz Ocalan dîtina rê û rêbazên avakirina komunan nîqaş dike. Divê em bi têkoşînê hundirê wê tijî bikin.”
 
‘HEWCEYE HÊZÊN ÇEPGIR LI CEM TEVGERA AZADIYÊ YA KURD CIH BIGIRIN’ 
 
Di berdewamê de Çîgdem Kiliçgun Uçarê xwest partiyên sosyaslîst ên çepgir jî di pêvajoyê de bibin alî û got: “Piştgirî û tifaq edî têr nakin. Divê hûn jî alîgir bin û berpirsyartiyê li xwe bigirin. Demokrasiya herêmî li cîhanê çawa tê nîqaşkirin. Li cîhanê weke demokrasiya herêmî anku xweseriya herêmî tê binavkirin. Lê li Tirkiyeyê em hemû bûn şahid ku çawa pêşiya vê tê girtin. Divê em nîqaşan xurt bikin. Divê em niha çi ava bikin? Divê hemû hêzên çepgir li tenişta Tevgera Azadiyê ya Kurd cih bigrin.” 
 
‘PEYWIRA ME TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ YE’
 
Li ser navê Partiya Şoreşger jî Elîf Turun axivî û anî ziman ku ew piştgiriya pêvajoyê dikin û got: “Bi banga birêz Ocalan pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Em li tenişta gelê Kurd in. Vê yekê dubare diyar dikin. Pêvajo bi tevlibûna çîna karkêran, jin, LGBT+ û hemû beşên civakê dikare bigehejê encamê. Peywîra me ew e ku em faşÎzmê têk bibin.”
 
‘TEVGERA AZADIYÊ YA KURD LI RÊYEKE NÛ DIGERE Û EV PIR BI QÎMET E’ 
 
Li ser navê ESP’ê jî Hevserokê Giştî Murat Çepnî axivî. Çepnî, destnîşan kir ku ew ji bo pirsgirêkan çareser bikin kom bûne û got: “Di komxebatê de derket holê ku divê em bibin yek. Pêwîstiya me bi têkoşîneke hevpar heye. Heke têkoşîna gelê Kurd û sosyalîstan nebûna îro pêvajoyê pêş nediket. Me çi li ku winda kir divê em li wir lê bigerin. Tevgera Azadiyê ya Kurd li rêyeke nû digere. Bi derfet û heza xwe ya cewherî vê yekê dike. Ew yek pir bi wate ye.”
 
‘DIVÊ EM PÊVAJOYÊ JI ÎKTÎDARÊ RE NEHÊLIN’
 
Li ser navê SODAP’ê jî Sehtap Akdag axivî û got: “Divê em rêxistinbûyinê ava bikin.” Ji SYKP’ê Mertcan Tîtîz jî xwest ew xwedî li aştiyê derkevin û got: “Bi têkoşîna bêhempa ya Tevgera Azadiyê ya Kurd a 50 salî îro ew îxtîmal derket holê. Heke em vê pêvajoyê ji desthilatê re bihêlin, em ê xeletiyeke mezin bikin. Bi banga birêz Ocalan ev pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Divê em kom bibin û rêbazên têkoşîne diyar bikin. Têkoşînek bi hev re edî pêwîstiyeke.”
 
Komxebat bi axaftinên nûnerên sendîkayan berdewam kir.
 
 
 

Sernavên din

16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
16:35 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:22 Danişîna doza hevşaredarên Akdenîzê sibê dê bê lidarxistin
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
09:19 Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike
09:13 Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
09:11 Îdareya girtîgehê wêneyê Ceylan Onkolê 'bifikar' hesiband
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN
08:33 Mûstafa Karasû: Dem dema gotinê, dema îcraatê ye
29/10/2025
18:08 KESK'ê xwest komîsyon ji bo KHK'iyan qanûnê amade bike
16:28 Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diyar bû
15:49 Rojnameger Yildiz ê bi lêdanê hatibû binçavkirin serlêdana sûc kir
15:42 MSD’ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir
15:31 Seferberiya ji bo meşa Kolnê didome
15:30 Ayşe Gokkanê ji bo rojnamevan Aykol name şand
14:04 Rojnameger Kadrî Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
12:14 PM’a DEM Partiyê: Hewceye verastkirinên zagonî yên azadîxwaz bên kirin
11:34 Abdullah Ocalan: Du rêyên krîtîk li ber komarê hene, yên cidî dê bi ser kevin
10:31 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin
10:14 Nûçeya me ya Rojîn Kabaîşê hat astengkirin
10:03 Ji partiyên sosyalîst û rêxistinan komxebata ‘pêvajoyê’
09:42 Akademîsyen Coşkûn: Divê hiqûqa veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin
09:33 'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
09:31 'Divê şert û mercên Abdullah Ocalan li gor ruhê pêvajoyê bin'
09:20 'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
09:15 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN