Weşanxaneya Na ‘Antolojiya Êşên Jinan’ çap kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya projeyekê de 20 jinan 20 çîrok nivîsandin û weke pirtûk çap kirin. 

Di çarçoveya projeyekê de 20 jinan bi pêşengiya nivîskar Yasemîn Elban 20 çîrok nivîsandin. Jinan çîrokên xwe bi navê “20 Jin 20 Çîrok - Antolojiya Êşên Jinan” weke pirtûk ji Weşanxanxaya Na’yê çap kirin. Di hemû çîrokan de lehengê êşkişandî jin e.
 
‘JIN STÛNA ÇÎROKÊ YE’
 
Li ser bergê pirtûkê ev tişt hatiye nivîsandin: “Her jinekê çîrokeke xwe heye; tu li serborî û jiyana kîjan jinê binêrî, bêguman wê tê de êş xuya bike. Di Çîrokan de lehengê êş kişandî hertim jin e. Jin stûna çîrokê ye, stûna çîroka jiyanê. Loma jinên nivîskar bi van berheman vê stûnê zexmtir kirine û jiyanê xweşiktir.”
 
KURMANCÎ, SORANÎ, KIRMANCKÎ
 
Ji çîrokan yek ji bi soranî yek ji bi kirmanckî û 18 jê jî bi kurmancî ne.
 
JIN Û ÇÎROKÊN XWE
 
Jinên ku bi çîrokên xwe beşdarî vê projeyê bûne, navê wan û navê çîrokên wan wiha ne:
 
Gullan- Leyla Qadirî 
 
Gola Meyandî - Leyla Mexso Berazî 
 
Nameya Kuştinê - Narîn Omer Seyfedîn  
 
Dora Desmalê - Mîdiye Berekat 
 
Bextan Reş Nekin - Hind Ebdelo  
 
Kevirê Heneyê – Yasemîn Elban 
 
Gundê Dînan – Kurdiye Irgat 
 
Jana Perperokê - Nesrîn Rojkan  
 
Egît - Umît Fatma Firat 
 
Qolinc - Nerîman Yagiz 
 
Bêxîreto! - Gula Almastê 
 
Mirîstan - Gulgeş Deryaspi 
 
Aqilê Wê Jê Nebirî - Evîn Hesen   
 
Ji Vî Welatî Dernakevim  - Vejîna Kurd 
 
Vanêlya - Merwa Birîm 
 
Nikulê Beytikê - Berfîn Dîcle 
 
Qêrîniya Bêdeng – Sewda 
 
Perîqa Qaqlîbazê - Laleşa Ûsiv 
 
Ez, Baran û Pira As - Amîne Pîrozxan
 
Bextê Reş - Sûltan Yaray