Weşanxaneya Na ‘Antolojiya Êşên Jinan’ çap kir 2021-12-21 09:09:03 NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya projeyekê de 20 jinan 20 çîrok nivîsandin û weke pirtûk çap kirin.  Di çarçoveya projeyekê de 20 jinan bi pêşengiya nivîskar Yasemîn Elban 20 çîrok nivîsandin. Jinan çîrokên xwe bi navê “20 Jin 20 Çîrok - Antolojiya Êşên Jinan” weke pirtûk ji Weşanxanxaya Na’yê çap kirin. Di hemû çîrokan de lehengê êşkişandî jin e.   ‘JIN STÛNA ÇÎROKÊ YE’   Li ser bergê pirtûkê ev tişt hatiye nivîsandin: “Her jinekê çîrokeke xwe heye; tu li serborî û jiyana kîjan jinê binêrî, bêguman wê tê de êş xuya bike. Di Çîrokan de lehengê êş kişandî hertim jin e. Jin stûna çîrokê ye, stûna çîroka jiyanê. Loma jinên nivîskar bi van berheman vê stûnê zexmtir kirine û jiyanê xweşiktir.”   KURMANCÎ, SORANÎ, KIRMANCKÎ   Ji çîrokan yek ji bi soranî yek ji bi kirmanckî û 18 jê jî bi kurmancî ne.   JIN Û ÇÎROKÊN XWE   Jinên ku bi çîrokên xwe beşdarî vê projeyê bûne, navê wan û navê çîrokên wan wiha ne:   Gullan- Leyla Qadirî    Gola Meyandî - Leyla Mexso Berazî    Nameya Kuştinê - Narîn Omer Seyfedîn     Dora Desmalê - Mîdiye Berekat    Bextan Reş Nekin - Hind Ebdelo     Kevirê Heneyê – Yasemîn Elban    Gundê Dînan – Kurdiye Irgat    Jana Perperokê - Nesrîn Rojkan     Egît - Umît Fatma Firat    Qolinc - Nerîman Yagiz    Bêxîreto! - Gula Almastê    Mirîstan - Gulgeş Deryaspi    Aqilê Wê Jê Nebirî - Evîn Hesen      Ji Vî Welatî Dernakevim  - Vejîna Kurd    Vanêlya - Merwa Birîm    Nikulê Beytikê - Berfîn Dîcle    Qêrîniya Bêdeng – Sewda    Perîqa Qaqlîbazê - Laleşa Ûsiv    Ez, Baran û Pira As - Amîne Pîrozxan   Bextê Reş - Sûltan Yaray