Pêşangeha 'Dengê azadiyê' li Rihayê ye

img
RIHA - Pêşangeha "Dengê Azadiyê" ku ji şayesandinên azadiyê yên girtiyan pêk tê di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafê Mirovan de wê di navbera 6-15'ê kanûnê de li Baroya Rihayê bê pêşandan. 
 
Kolektîda Gorulmuştur û Koma Redfotografê, şayesandinên azadiyê yên 50 girtiyên ku di navbera 10, 20 û 30 salan de girtî ne kom kir û pêşangeha bi navê "Dengê Azadiyê" amade kir û kir pirtûk. Girtiyên ku li girtîgehên cuda tên girtin, hêviyên xwe yên derbarê azadî û jiyanê weke helbest, aforîzma, cerebe û çîrokên kurt li nameyan nivîsandin. 55 fotokêş, ji van nameyên ku ji girtiyan hatin derketin rê û azadiya ku girtî difikirin kişandin. Wêneyên ku beriya niha li Stenbol, Hatay, Îzmîr û Amedê hatibûn pêşandan, di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de wê heta 15'ê kanûnê li avahiya xizmetê ya Baroya Rihayê bên pêşandan. 
 
Vekirina pêşangehê bi beşdariya gelek kesan li Baroya Rihayê hat kirin.