Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir

img
MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê, lîstika şanoyê ya kurdî Tartûfe ya Şanoya Bajar a Amedê qedexe kir.     
 
Lîstika şanoyê ya kurdî Tartûfe ya Şanoya Bajar a Amedê ku li bendê bû vê êvarê li eywana oteleke Mêrdînê bihatina leyîstin, ji aliyê Walitiya Mêrdînê ve bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a ji 15 rojan carekê tê nûkirin, hat qedexekirin.
 
Şanoya Bajar a Amedê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber qedexeya walîtiyê lîstika xwe betal kirine û got ku ew biryara qedexekirina lîstika xwe weke hewldana qedexekirina çanda kurdî dibînin.