Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir 2021-12-05 19:39:05   MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê, lîstika şanoyê ya kurdî Tartûfe ya Şanoya Bajar a Amedê qedexe kir.        Lîstika şanoyê ya kurdî Tartûfe ya Şanoya Bajar a Amedê ku li bendê bû vê êvarê li eywana oteleke Mêrdînê bihatina leyîstin, ji aliyê Walitiya Mêrdînê ve bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a ji 15 rojan carekê tê nûkirin, hat qedexekirin.   Şanoya Bajar a Amedê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber qedexeya walîtiyê lîstika xwe betal kirine û got ku ew biryara qedexekirina lîstika xwe weke hewldana qedexekirina çanda kurdî dibînin.