Hişmetiya Pira Cendereyê

img

SEMSÛR - Pira Cendereyê (Septîmîûs Severûs) ku di navbera Kolik û Sincikê de ye, hezar û 800 sal in tu tişt ji rewnaqî û hişmetiya wê kêm nebûye. 

Pira Cendereyê ya li ser Robarê Cendere (Chabînas) ku navçeya Kolik û navçeya Sincikê yên Semsûrê pevgirêdide, bi hişmetiya xwe balê dikişîne. Pir di sala 198-200 ya piştî zayinê bi fermana Împaratorê Romayê Semptîmûs Severûs ji hêla Marîûs Perpetûs ve hatiye çêkirin. Pir ji du kemaran; kemera sereke û kemera tehliyeyê, pêk tê û bi kevirine ku her yek jê bi tonan giran in hatiye çêkirin. Firehiya wê 7 metre, bilindahiya wê 30 metre û dirêjahiya wê jî 120 metre ye. Tişta balkêş jî mîmariya wê ye ku bêyî ku xerc bê emilandin hatiye çêkirin. 
 
JI 92 ZINARAN VE PÊK TÊ 
 
Pir ji 92 zinaran pêk tê ku giraniya her yekê jê 10 ton e. Ji kîtabeya latinî ya li ser pirê jî tê fêmkirin ku Împaratorê Romayê Septîmîûs Severûs li ser navê hevjîna xwe û kurên xwe çêkiriye. Li gor agahiyên di kîtabeyê de 2 stûnên korîntî yên li hêla Kolikê li ser navê wî û hevjîna wî û yên li hêla Sincikê jî li ser navê kurê wî hatine çêkirin. Lê tê diyarkirin ku stûna li ser navê kurê wî Geta, ji hêla birayê wî yê ku ew kuştiye ve hatiye xerakirin. 
 
Di sala 1997'an de destûra çûn hatina wesayîtên giraniya wan 5 ton hatiye dayîn û piştî ku di sala 2002'yan de 500 metre wêde yî wê pirek nû hatiye çêkirin, êdî çûnhatina wesayîtan a di ser wê re hatiye qedexekirin. 
 
'DIVÊ BÊ PARASTIN' 
 
Abdûllah Doganê ku ji Antalyayê ji bo serdana deverên dîrokî hatiye Semsûrê, diyar kir ku pir xwedî rewnaqî û hişmetiyeke balkêş e û got: "Ev pir dişibe Pira Aspendosê ya li Antalyayê. Ez ne şaş bim di heman wextî de hatine çêkirin. Gava ez li pirên niha tên çêkirin dinerim û li yên berê dinerim, di navbera wan de estetîkeke pir cuda heye, her wiha tekûzbûna wan jî ne wekhev e. Berê ev pir hem ji bo bazirganiyê hem jî ji bo parastinê hatiye bikaranîn. Bi mîmariya xwe pir balkêş û girîng e. Divê ev berhemên dîrokî pir baş bên parastin." 
 
MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can