Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe

img
AMED - Hejmara duyemîn a kovara wêjeyî Destar ku ji sê mehan carekê tê weşandin gihişt ber destê xwînêrên xwe.
 
Kovara Destar ku wek weşana Enstituya Kurdî ya Amedê, bi dirûşmeya ‘Destarê kurd-î hûr dihêre’ demsalî (sê mehan carekê) tê weşandin, piştî hejmara wê ya havînê hejmara wê payîzê jî hat weşandin. Hejmara wê ya yekemîn eleqeyeke mezin dîtibû; çapa yekem xelas bûbû û ji ber eleqeya zêde çapa duyem jî hatibû çapkirin û di demeke kin de ew jî bi dawî bûbû. Hejmara duyem jî bi konsepta xwe ya xweser, nivîsên xwedî naverok û mijarên dewlemend, cihêreng û têr û tijî yên bi dehan nivîskaran wek hejmara demsala payîzê  hat çapkirin. Kovar bi bi tevlîbûna edîtor, sererastker û nivîskarên nû hê xurtir bûye.  
 
KOVARA PIRZARAVAYÎ
 
Kovara Destar, di heman demê de bi armanca pêşxistina wêjeya kurdî ya hevgir û tevgir a li her çar parçeyên Kurdistanê dest bi weşanê kiribû. Li gor vê armanca dîrokî, di naveroka hejmara duyemîn de jî nivîsên cur bi cur ên wêjeyî yên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî cih digirin. Di kovarê de tê diyarkirin ku di hejmarên pêş de dê zaravayê hewramî jî cih bigire. Bi vê armancê, di bergê pêşîn ê vê hejmara kovarê de heman sernav bi kurmancî, “wêje ronahî ye”, bi kirmanckî, “edebiyat roşnayî ya”, bi soranî “wêje rûnakîye”, bi hewramî “edeb roşnaîye” cih girtiye. 
 
HIŞMENDIYEKE NÛ YA WÊJEYΠ
 
Di hejmara duyemîn a kovarê ku ji 240 rûpelan pêk tê de bi dehan nivîs cih digirin. Di beşa destarê kurmancî de; li gel destarê lêkolîn-vekolîn, nirxandin û dahûrandinên teorik-ramanî-akademîk-zanyarî û rexneyî yên wêjeyî; bi mijarên dengbêjî, destan, gotinên pêşiyan û lorîkan, destarê wêjeya devkî jî hatiye gerandin û hêrandin. Her wiha li gel destarên wek roman, çîrok, ceribandin, bîranîn, helbest, kovargeriya kurdî, wêjeya cîhanê û wergerê, destarê kirmanckî û soranî jî wek du beşên bingehîn bi mijarên dewlemend ên cuda hatine gerandin û hêrandin… Bi taybetî lêkolîn-vekolîn, nirxandin û dahûrandinên ramanî û teorik ên derbarê mijarên wêjeyê û wêjeya kurdî de, hişmendiya wêjeyî ya gelemperî ya ku heta niha serwer bû, ji nîqaşê re vedike û hişmendiyeke nû ya wêjeyê pêş dixe. Li gel hişmendiya wêjeya jineolojîk a di kovarê de, nivîsên nivîskarên jin jî bi naveroka xwe, careke din radixin ber çavan ku pêşenga sereke û çavkaniya binhehîn a wêjeyê jin in.  
 
DESTARÊ WÊJEYA AZADIYÊ
 
Kovar, di sernivîsa xwe ya “Destarê Kurd-î Fireh Geriya û Hûr Hêra” de diyar dike ku ew ê hewl bidin li dijî hişmendiya wêjeya hemû modernîteyên deshilatdar ên xweperest û nêrza, bi taybetî jî hemû ferasetên xelet ên wêjeya ‘modernîst’ û ‘postmodernîst’  ku  çavkaniya xwe ji  modernîteya kapîtalîst digirin dê wêjeya xwebûnî û gerdûnî ya modernîteya demokratik bi pêş bixin. Di nivîsa li ser navê Destarê de ev yek wiha hatiye aşkerakirin: “Dem dema hê firehgerandin û hûrhêrandina Destarê wêjeya kurd-î ya xwebûnî û gerdûnî ye. Em ê nebin diranên çerxa yên ‘ne ji me’, em ê her û her bibin ‘Destargerên xwe.’ Em ê wisa tev bigerin herkes dê bibîne ku Destarê me her digere û hûr dihêre."