Li Heskîfê av kêm bû, dêra dîrokî xuyanî kir

  • rojane
  • 09:13 27 Cotmeh 2021
  • |
img

ÊLIH- Li Heskîfa dîrokî piştî ku ava bendavê kêm bû, Dêra Sahayê ya ji dema Împaratoriya Romayê mayî bi diyarî çavan ket. 

Ji ber Bendava Ilisû ku paşê navê Veysel Eroglû lê hat kirin, navçeya dîrokî Heskîfê ya Êlihê jî di nav de 199 jîngeh di bin avê da mabûn. Lê ji ber hişkesaliyê av kêm bû û Dêra Sahayê ya ji dema Împaratoriya Romayê mayî bi darî çavan ket. Dêra ku ji şikefteke sê qatî pêk tê, qata wê ya binî ji gorên keşeyan, qata navê ji cihê îbadetê û qata ser jî ji cihê keşeyan pêk tê. Piştî av kêm bû, hestiyên ku tê gotin ên keşeyan e, derketin holê. Ji xeynî dêra dîrokî gelek şikeft û avahî jî bi darî çavan ketin. 
 
Ekolojîst Ridvan Ayhan, diyar kir ku ji ber kêmbûna avê û negirtina tevdîran dêra dîrokî bi awayekî texrîbkirî bi ser avê ketiye û berê jî bi heman awayî Mizgefta Koçê ya 650 salî û Keleha Heskîfê ya Biçûk jî bi ser avê ketibûn. 
 
BÎR LI BER XWE DIDE
 
Ayhan, destnîşan kir ku Herêma Sahayê cihekî dîrokî û bi xwezaya xwe nuwaze ye û got: "Li vê herêmê şikeft, dêr û xaniyên dîrokî hebûn. Ji dêvla ku li vir bendeke mezin çêbikin, rabûn avê anîn heya vê herêmê û ev herêm di bin avê de ma. Lê belê bi kêmbûna avê re ev herêm bi darî çavan ket." Ayhan, da zanîn ku dêr bi awayekî zêde texrîb bûye û got: "Gava hûn dest didin zinaran, hildiweşin. Zirara ji ber vaê zirarek mezin e. Nivîs û sembolên dîrokî zêde texrîb bûne. Selihandina vana pir zehmet e. Komkujiyeke dîrokî pêk hat. Ev der, bîreke dîrokî bû. Lê belê ev bîr di bin avê de hat hiştin. Xwestin bîrê qir bikin. Lê bi kêmbûna avê re bîr cardin xwe da der. Dîrok û xweza li hemberî mirovan li ber xwe didin." 
 
DIVÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN
 
Ayhan, diyar kir ku divê hestî û şikesta bi ser vaê ketine bên parastin û got: "Di sala 2018'an de gava hestî bi ser avê ketin diviyabû bihatan parastin. Lê wisa nekirin. Ev hestî xwedî dîrokeke bi hezaran salan e. Dêr jî bi heman awayî ye. Divê ev bi awayekî bên parastin. Ji lew re dibe ku av cardin bê van deran. Berî ku cardin di bin avê de bimînin, divê bên parastin. Divê hestî jî bên parastin. Rêzgirtina ji bo goran û deverên dînî, tiştekî mirovî ye." 
 
MA / Fethî Balaman