Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin

img

STENBOL - Hozan Canê diyar kir ku bi cezakirina 3 sal û mehek cezayê hepsê dixwazin wê çavtirsandî bikin û wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin. 

Hunermenda Kurd Hozan Canê di 23’yê Hezîrana 2018an de li navçeya Enez a Edirneyê hatibû binçavkirin. Hozan Canê bi îdiaya "endama rêxistinê ye" hat girtin. Fîlma "Fermana 74’emîn a Şengalê" ku Hozan Canê têde dileyize û bi hêceta çek di destê wê de heye, bû sedema girtina wê. Ev fîlm li ser êrişên DAIŞ’ê yên li dijî êzidiyan ango Şengalê de çêkiriye. Hozan Canê ku demekê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ma, pişt re sewqî Girtîgeha Bakirkoya Stenbolê ya Jinan hat kirin. Hozan Canê nêzî du û sal nîvan di girtîgehê de ma û pişt re hat berdan. Hunermend Canê negirtî dihat darizandin û di doza wê ya dawî de dadgehê 3 sal û mehek û nîv cezayê hepsê lê birî. 
 
ÇAR SAL JI HUNERÊ DÛR MAYE 
 
Hozan Canê derbarê cezayê lê hatiye birîn de ji ajansa me re axivî û got darizandina wê dij hiqûqî ye. Canê destnîşan kir ku ew bi awayek neheq hatiye girtin û nêzî 4 salên wê hatiye binpêkirin. Hozan Canê got: “Ez ji huner, civak, malbat û hezkiriyên xwe dûr mam. Hemû jiyana min dizîn. Vê girtinê û darizandinê bandorek neyînî li ser hunera min jî kir. Ez çar salan ji dika xwe ya hunerê dûr mam.” 
 
‘DIXWAZIN HUNERMENDÊN KURD BITIRSÎNIN’
 
Hozan Canê destnîşan kir ku hunermendên bi muzîk, huner û çanda Kurdî re eleqedar dibin bi cezayê girtîgehê didin tirsandin û wiha got: “Dixwazin me çavtirsandî bikin. Ew çi dikin bila bikin, hunermend bi van zextan natirsin. Em ê serî li ber gefên li ser muzîka kurdî netewînin. Em ê li dijî vî cezayî îtîraz bikin. Em ê binpêkirinên mafên min ên ku hem di dema darizandinê de û hem jî di dema binçavkirinê de rûbirû mam, bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).”  
 
MA / Mehmet Aslan