Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî

img

STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî, dê di nêz de ji bo perwerdehiya rûbirû ya kurdî dest bi kursan bike. 

Xebatên Komeleya Lêkolînên Kurdî yên di warê kurdî de didomin. Komeleyê ji ber şewba Covîd-19'ê demeke dirêj xebatên xwe bi awayekî onlayn dikirin. Lê komele dê ji bo asta 4'an û mamsotetiyê di 2'yê Cotmehê de dest bi perwerdehiya rûbirû bike.
 
Rêveberê komeleyê Sîpan Haco, behsa amadekariyên serdema nû kirin.
 
Haco, anî ziman ku di dema pandemiyê de li gel hemû kêmasiyan jî perwerdehiya onlayn domandine. Haco, da zanîn ku di warê zaravayê kurmancî de ji bo 4 astan dersan didin û got: "Asta ewil ji bo kesên bi kurdî nizanin, asta dudoyan ji bo kesên hebikekî dizanin û dixwazin pêş bixin. Piştî asta sisê û çaran jî em dersên mamostetiyê didin." 
 
TEVDÎRÊN JI BO PANDEMIYÊ
 
Haco, da zanîn ku hewl didin di serdema nû de ji bo asta çaran û mamsotetiyê dest bi perwerdehiya rû bi rû bikin û ji bo asta dudoyan a kirmanckî û zarkan jî polan çêbikin. Haco got: "Dê polên zarokên 4 salî û 6 salî cuda, yên 7 salî û 10 salî cuda bin. Bi dû re, em ê dest bi dersên bi zaravayên din jî bikin." 
 
Haco, diyar kir ku ji ber pandemiyê dê di dersên rûbirû de hin tevdîran bigirin û got: "Bi şertê ku aşî bûne, em ê kesna daxilî dersan bikin. Dê hejmara kesên ji niha pê de tevli dersên me bibin, ne di ser 15'an re be." 
 
ZEXTÊN LI SER ZIMAN
 
Haco got: "Ziman, nasnameya mirov e û divê bê parastin. Her wiha dîrok, çand û wêjeya civakekê jî dihewîne. Heger ziman pêş ve biçe, dê ew civak jî pêş ve biçe. Ji bo parastina nirxên xwe, pêşî divê em zimanê xwe biparêzin." 
 
Haco, bal kişand ser zextên li ser zimên jî û got: "Dixwazin zimanê kurdî ji holê rakin. Lê ji bo ev pêk neyê, divê em pir bixebitin. Heger em zimanê xwe neparêzin û hîn nebin, em ê nikaribin hebûna xwe û nasnameya xwe biparêzin. Têkildarî zimanê kurdî kêm komele hene û ew jî bi zextan re rû bi rû ne. Divê em hejmara van qadan zêde bikin. Divê em hem hînî kurdî bibin hem jî bidin hînkirin." 
 
Haco, ji bo tevlîbûna kursên ku dê li dar bixin bang kir.