MED-DER'ê sertîfîqayên kurdî da zarokan

img
AMED - MED-DER'ê sertîfîqa li zarokên ku perwerdeya kurdî qedandin belav kirin.   
 
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), piştî bidawîbûna dersên kurdî ku dida zarokan sertîfaqa li xwendekarên xwe belav kirin. MED-DER'ê ji bo pîrozbahiyek li dar xist. Malbatên zarokan, mamosteyên atolyeya ziman û Koma Muzîkê ya Dîcle Firatê tevlî pîrozbahiyê bûn. 
 
Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî, di pîrozbahiyê de axivî û ev tişt got: "Di roja me de zarok bi zimanê xwe perwerde nabînin. Ji bo zimanê zikmakî gelek sazî hatin vekirin lê piştre hatin astegnkirin û girtin. Li ser zimanê me çiqas zext çêdibin bila bibin em ê di perwerdeyê bi israr bin. Timik bi kurdî biaxivin û bi kurdî binivisînin."
 
Piştî axaftina Ronî, bi sertîfîqayan re pirtûkên kurdî diyarî zarokan hatin kirin. 
 
Pîrozbahnî bi klimaên ku koroya zarokan gotin û şahiya muzîkê ya Koma Muzîkê ya Dîlce Firatê bi dawî bû.