'Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife'

img

AMED - Nivîskar û lêkolîneran bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî û destnîşan kir ku gava mirov bi zimanên din diaxifin, zimanê zikmakî bere bere qels dibe û tune dibe, lewma li dijî vê divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive. 

Li Tirkiyeyê kurd 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, di şert û mercên polîtîkayên asîmlasiyon û înkarkirina zimanê zikmakî de pêşwazî dikin. Nivîskar û lêkolîneran bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî, xwendin û azaftina bi Kurdî.
 
XWENDINA BI KURDΠ
 
Lêkolîner-nivîskar Resûl Geyîk, anî ziman ku li Tirkiyeyê piraniya zarokên kurd bi tirkî diaxifin. Geyîk, bilêv kir ku du sedemên sereke yên vê meseleyê hene; sedema yekem polîtîk û ya dudyem jî axaftina bi tirkî ye di nav malê de. 
 
Geyîk got: "Heger îro li nav malê axaftina bi tirkî hebe, sedema vê pêkanînên polîtîk in. Lê belê ez dibêjim qey ev yek hinekî jî girêdayî me ye. Gava em li demên berê mêze dikin; pirtûk, rojname û televîzyonên kurdî tune bûn. Lê li malê axaftin bi kurdî bû. Lê niha, ev qas weşan û materyalên kurdî hene, lê li malan axaftina bi kurd tune ye. Ji ber ku zimanê perwerdehiyê bi tirkî ye, ev yek bandorê li nav malê jî dike û dibe sedema axaftina bi tirkî. Lê belê gava em giraniyê bidin ser pirtûk, rojname û qenalên kurdî, em ê karibin talûke û xetereya li ser zimanê xwe bişikînin." 
 
Geyîk, destnîşan kir ku gava mirov bi zimanê xwe yê zikmakî neaxifin, zimanê zikmakî bere bere qels dibe û got: "Paşê gotinên pêşiyan tên jibîrkirin. Paşê zimanê hûn pê perwerde dibin bandorê li we dike û zimanê zikmakî ber bi tunebûnê ve diçe. Lewma ji bo ku kurdî bê parastin li hemberî vê talûkeyê, divê kurd bi zimanê xwe yê zikmakî baixifin û pirtûk, rojname û hemû tiştên kurdî bikin perçeyek jiyana xwe." 
 
‘EM Ê DOZÊ VEKIN' 
 
Endamê Kurt PEN û Komeleya Nivîskarên Kurd Ahmet Kanî jî destnîşan kir ku ziman di ser bîrdoziyan re ye û azadiya gelekî ye. Kanî got: "Zimanê neteweyekê, ruhê wê neteweyê ye. Neteweya bê ziman, nikare hebûna xwe bidomîne." 
 
Kanî, bilêv kir ku li Tirkiyeyê bi milyonan mirov bi kurdî diaxifin, lê belê hîn jî dewlet nahêle kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Kanî, destnîşan kir ku ji ber ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî yê zarokan tê binpêkirin, dê tevî çend malbatan Tirkiyeyê bidin ber dozê û got: "Heger tiştek ji dozê dernekeve, em ê heya YE û NY'yê biçin. Em ê li her derê cîhanê bînin ziman. Em ê bi piştgiriya PEN'ê, bi PEN'a Navneteweyî re hin xebatên dîplomatîk bikin." 
 
“EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN' 
 
Hevseroka Komeleya Wejekarên Kurd Sûltan Yaray jî anî ziman ku zimanê zikmakî yê gelekî hebûna wî gelî ye, lewma divê gelê kurd bi zimanê xwe binivîsîne, bixwîne û jiyana xwe bi zimanê xwe ava bike. Yaray got: "Gava mirov bi zimanê xwe binivîse, a rast bi hebûna xwe dinivîse. Yanî gava mirov bi zimanê xwe binivîse, xwe hîn rihetir îfade dike. Zimanekî me yê dewlemend heye û divê em hay ji vê hebin: Zimanê me têra siyasetê, nivîsandin, axaftinê û her tiştî dike." 
 
Yaray, diyar kir ku ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, divê li benda avakirina pergala demokratîk nesekinin û got: "Belkî demokrasî 100 salên din jî neyê. Yanî divê em li benda wê nesekinin û ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bixebitin û xwedî li zimanê xwe derkevin." 
 
MA / Cengîz Ozbasar