Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e

img

STENBOL – Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyyup Sûbaşi diyar kir kuz iman bîr û dîroka miletan e û ji bo parastina ziman statû şert e. 

Gelê kurd bi bi dehan sal e ji bo zimanê wan winda nebe û li dijî polîtîkayên pişaftinê yên dewletê têdikoşin. Wek her sal gelê kurd îsal jî bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxwaz dikin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statûyek fermî. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê Eyyup Sûbaşi bi wesîleya 21’ê Sibatê ji ajansa me re axivî. 
 
‘ZIMAN BÎR Û DÎROKA NETEWAN E’ 
 
Subaşi anî ziman ku di bingeha netewan de ziman heye û wiha got: “Netew li gorî zimanê pê dixivin tên binavkirin. Ziman bîr û dîrok e. Bîra netewan a bi sedan sal xwe di zimanê wan de dide der. Di pey her peyvek tê ziman de felsefeyek û danehevek sed salan heye. Yek ji xalên sereke yên ku netewê ava dike jî ziman e. Heta kuz iman li pêş nekeve netewbûn jî li pêş nakeve.” 
 
TÊ XWESTIN KURDÎ JÎ TUNE BIBE 
 
Subaşi destnîşan kir ku di taybetmendiya karekteriya homojeniya netewe dewletan de ji bilî zimanê xwe hewldana zimanên din ji holê rakin heye û got: “Li ser vê erdnîgariyê ji bilî tirkî, zimanê kurdî, erebî, ermenkî, lazî, abhazî û gelek zimanên din tên axaftin. Ji van zimanan herî zêde kurdî tê axaftin û hebûna xwe didomîne.  Jixwe ji ber ku tirkî zimanê fermî ye pirsgirêkek wê nîne. Kurdî ji bo tune nebe li ber xwe dide. Kurdî ji ber ku ji aliyê girseyek pirr mezin ve tê axaftin, lewma xwe diparêz e. Zimanên din ya tune bûn an jî bi tunebûnê re rûbirû ne.” 
 
ZIMAN BI XETEREYÊ RE RÛBIRÛ YE 
 
Sûbaşi bal kişand ser xetereya zimanê kurdî ku pê re rûbirû maye û got: “Heke wek rewşa niha ku berdewam bike meriv ji bo siberojê nikare bêje ku wê kurdî jî hebûna xwe biparêz e. Ji bo vê yekê divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Berevajî vê yekê wê kurdî tune bibe. Îro nebe jî wê sibê bibe. Xetereya li ser zimanê kurdî berdewam dike. Ji bo zimanê kurdî ango zimanên din statû şer te.” 
 
‘BANGÊN NAVNETEWÎ TÊR NAKIN’ 
 
Subaşi girîngiya 21’ê Sibatê jî nirxand û got: “Saziyên navnetewî saziyên ku ji aliyê netew dewletan ve hatine avakirinê ne. Ev dewlet li aliyekî li ser zimanan polîtîkayên tevkujiyê birêve dibin li aliyê din jî bi destê van saziyan bangên parastina zimanan tê kirin. Dema meriv li vê yekê dinêre ev yek bi nakokî ye. Saziyên navnetewî li şûna banga bikin divê ji bo gavên pratîk bixebitin û mekanîzmayan ava bikin. Komkujiya ziman tenê bi bangan nayê rawestandin.” 
 
MA / Nacî Kaya