Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berga yekemîn a pirtûka Kakşar Oremar a bi navê "Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946’an-1" ji hêla Weşanên Sîtavê ve hat çapkirin. Bi saya hevpeyvîn, analîz, bîranîn, wêneyên arşîvê, mirov dîroka Komara Kurdistanê fêr dibe.

 
Weşanên Sîtavê berga yekemîn a pirtûka Kakşar Oremar a bi navê "Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946’an-1" çap kir. Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946’an-1 pirtûka pêncemîn a Kakşar Oremar e ku hatiye çapkirin. Bi hevpeyvîn, analîz, bîranîn, wêneyên arşîvê, mirov dîroka Komara Kurdistanê fêr dibe. Di beşa yekemîn de nivîskar, balê dikişîne ser nîqaşên li ser navê komarê ku gelek derdor wê weke “Komara Mehabadê” pênase dikin. Lê Kakşar Oremar, bi belgeyan li ber çavan radixêre ku navê wê “Komara Kurdistanê” ye û wiha dibêje: “… Fotoyek heye ku tabloya wezareta çandê ye û wiha li ser hatîye nivîsandin: Dewletî Cemhûrî Kurdistan – Wezaretî Ferheng… Medyaya Kurdî, lêkolînvan, nivîskar û partîyên sîyasî li Kurdistanê divê bi van belge û dokumentan êdî bigihên wê qenaetê ku navê komarê ‘Komara Kurdistanê’ bûye ne ‘Komara Mehabadê’. Bila êdî zilmê li rêbaza Pêşewa Qazî û armancên wî yên pîroz nekin…”
 
Nivîskar piştî vê şaşiyê sererast dike di berdewamiyê de behsa malbata Qazî, helwesta Îngilîstanê, Rûsyayê û Tirkiyeyê, sefera Tehranê, helwesta Kurdan li Ûrmîyê, avakirina Kabîneya Wezîrên Komara Kurdistanê dike û vedibêje; da ku şert û mercên avabûna Komarê û hilweşîna wê baştir bêne fêmkirin. 
 
“Girîngtirîn destkeftên Komara Kurdistanê ew bûn ku li pey têkçûna serhildana Simkoyê Şikak, Kurdan xebata xwe ya sîyasî derbasî pêvajoyeke nû kirin. Yanî di nava dilê sîstemeke seltenetî de ‘komar’ek hatibû damezirandin. Hîsên neteweyî ji nû ve bişkivîn û hêviyên mezin hatin afirandin. Di warê ragihandin û rojnamegeriyê de serdema Komara Kurdistanê geştirîn çax tê hesibandin ku pê re şairên milî Hêmin, Hejar, Heqîqî, nivîskarên weke Qizilcî û Zebîhî, hunermendên mîna Mihemed Mamlê di civaka Kurdan de ruhekî nû dan vê qada jiyana kurdan. Di qada sîyasî de jî êdi li Îranê ‘pirsgirêka kurdan’ bû faktoreke dîrokî ku heya roja îro jî nehatiye çareserkirin…”
 
Di beşa duyemîn de Kakşar Oremar, cih daye hevpeyvînên bi salan berhevkirin e. Di wan hevpeyvînan de mirov hînî gelek tiştan dibe û dem dem xemgîn dibe. Bi taybetî hevpeyvîna bi Mîna Qazî re hestên xwendevan wê serûbin bike. Wêneyên ku nivîskar di salên 1990’î de girtine û di pirtûkê de cih daye wan jî hevpeyvînan temam dikin.
 
Mîna Qazî wiha dibêje: “Di çaxê Komara Kurdistanê de tirsa me qet ji Pehlewî û dewleta wî tune bû, em bêtir ji xîyanetê ditirsîyan. Nizanim çima di nava kurdan de xîyanet ev qas pir hebûye? Bo çi?”
 
Xwendevan dema berga yekemîn a Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946’an bi dawî bike wê bêsebir li benda berga 2’yemîn bimîne.
 
KAKŞAR OREMAR KÎ YE?
 
Kakşar Oremar, di sala 1973’yan de li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Ûrmîyê hate dinyayê. Dibistana destpêkê û navin li Tewrêz û Ûrmîyê xwend. Ji salên 1990’an û pê de dest bi kare lêkolînvaniyê kir. Li ser jiyana kesayetiyên kurd û mijarên dîrokî xebatên berfireh birêve birin. Heya sala 1997’an bi gelek yadîgarên serdema Komara Kurdistanê re hevpeyvînên dîrokî pêk anîn. Ev xebat di televizyonên kurdî yên Ewropa de jî weke dokumanter hatin weşandin. Ji 1997’an ve li Ewropa dijî û karûbarên xwe birêve dibe. 
 
MA / Abdurrahman Gok