Muzîkjenên betal mane zehmetiyê dikişînin

  • rojane
  • 09:07 24 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL – Muzîkjenan anî ziman ku ji ber qedexeyên hatine danîn êdî nikarin nan jî bibin mala xwe û gotin, ew ê nehêlin dengê muzîkê bê tepisandin. 

Wezareta Karên Navxweyî bi hinceta şewba Covîd-19'ê cardin hin qedexe danîn ber kargehan û gelek esnaf jî mecbûr man dikanên xwe bigirin. Ji van deveran hin jê jî deverên ku muzîk lê tê kirin û muzîkjen in. 
 
Bûrhan Alkan ku kafeya wî li Şîrînevlerê ye, anî ziman ku 9 kes li kafeya wî dixebitin û got, heftê 4 roj 3 muzîkjen derdikevin ser dikê, lê belê niha ji ber qedexeyan muzîkjen nikarin bixebitin. Alkan got: "Muzîk saet di heft û nîvê êvarî de dest pê dike. Heya derengê şevê dewam dike. Lê belê ji ber qedexeyan niha tune ye. Êdî em nikarin mesrefên xwe jî derxînin. Ev yek bandoreke nebaş li muzîkjenan jî kir. Êdî nikarin nan jî bibin mala xwe. Nikarin heqê kirêya xwe jî bidin. Bi be rneketim bê çima muzşk qedexe kirin." 
 
NIKARIN BI RÊ VE BIBIN' 
 
Alkan, anî ziman ku qedexeyên tên danîn û tevdîrên tên girtin dê nikaribin pêşî li ber şewbê bigirin û got, tişta dikin dûrî aqilan e. Alkan, destnîşan kir ku qad, metro û metrobus heya dev tijî ne û got: "Tu dibêjî qey dê şewb saet piştî 10'an dest pê bike. Yanî giştînameyeke ev qasî komîk e. Heger bi rastî jî dê ji bo pêşîlêgirtina şewbê tiştine baş bikin, ez bi rizaya xwe dikane xwe bigirim û bi mehan venekim. Lê belê tiştên heyî berevajî ne. Dixwazin vê yekê ji xwe re bikin firsend. Wer kirin; em hinekî vekin da karibin hinekî bacê bistînin û heger qelebalixî çêbib em ê ceza bibirin. Her hal li cîhanê em ê di warê cezabirînê de di rêza ewil de bin. Êdî ketine etra ku em ceza li welatiyan bibirin û aboriyê bi xelasê bixin. Li gor dilê xwe hereket dikin. Êdî nikarin welêt bi rê ve bibin. Haya wan jî ji vî tiştî heye." 
 
DIBÊJE 'TU YÊ BIRÇÎ BIMÎNÎ' 
 
Devrîm Zal ku ji 16 saliya xwe ve bi muzîkê re eleqedar e, anî ziman ku nanê xwe bi muzîkê bi dest dixe. Zal, destnîşan kir ku li malê tenê ew dixebite û got, lê belê piştî qedexe hatin danîn betal maye. Zal got: "Li Stenbolê, hema tu rojekê jî nexebitî tu yê betal bimînî. Em dikevin etra sibê. Xew bi çavê me nakeve. Ji xwe me bi zorê debara xwe dikir, lê niha em nikarin wê jî bikin. Kargeh vekirîne, lê muzîk qedexe ye. Her wiha derûniya me jî xirab bûye. Bifikir, bêyî ji te bipirsin, li gor dilê xwe dibêjin 'tu nikarî vî karî bikî, tu yê birçî bimînî.'" 
 
‘EM NIKARIN NAN BIBIN MALÊ' 
 
Zal ku got "Awayê jiyana min, nanê min û şirîkê derdê min tembûra min e" got: "Li her derî krîz heye. Herî dawî me jî nesîbê xw ejê girt. Hema bibêje tu alîkarî jî nehat kirin. Mirovên zewicandî, xwedî kulfet nikarin nan bibin mala xwe. Lewma divê tiştin bên kirin. Qet nebe divê muzîkjen bi yek bin. Heger em bi yek bin, dê nikaribin mudaxileyî nanê me bikin. Em mecbûr in bi yek bin, yan na em ê nikaribin li ber vê rabin." 
 
EWILÎ MUZÎK TÊ TEPISANDIN 
 
Selçûk Beltan jî anî ziman ku ên herî zêde bandor ji pêvajoya şewbê girtin kedkarên çand û hunerê ne û got: "Piştî şewbê tişta ewilî hat tepisandin muzîk bû. Muxatabê vê meseleyê ne em in. Lê fatûre li me hatiye birîn. Sedema pirgsirêkê rêvebirên dewletê ne. Qaşo pirsgirêkê hel dikin, lê girantir dikin. Êdî em nikarin nan bibin mala xwe. Em krediyê dikişînin û wis anan dibin mala xwe." 
 
Beltan, anî ziman ku li ser medyay civakiyî pêwendiyê bi muzîkjenan re, ên dixwazin karên xwe bikirin, datînin û çalakiya "bêdengiyê" li dar dixin. Beltan ji bo navê çalakiyê got: "Di pêvajoyeke ku dengderxistin û muzîk qedexe ye de, em îroniyê dikin û lewma me navê 'çalakiya bêdengiyê' lê kir. Mala hemû kesên dengê xwe li dengê me zêde dikin, ava be. Heger em bi yek bin, em ê bi destkeftiyan ji derheqê vê pêvajoyê derkevin." 
 
MA / Mehmet Aslan