Kesên dixwestin şanoyan bigirin şewb ji xwe re kirin firsend

img

STENBOL – Damezrênerê Altkat Sanatê Nevzat Sus, anî ziman ku ji roja ku şewb dest pê kiriye heye niha li ser sehneya xwe lîstikek jî nelîstine û lîstikvan Selver Çavûş jî got, kesên dixwazin şano bên girtin şewb bûye fersnd ji bo wan. 

Li Tirkiyeyê piştî şeba Covîd-19'ê belav bû, tam 6 mehan şanoyên taybet nexebitîn. Înîsyatîfa Bila Şano Bijîn jî ji bo bal bikişîne ser prisgirêkên ku kedkarên şanoyê bi wan re rû bi rû dimînin, lîsteyeke 7 xalî amade kir û di 11'ê Tîrmehê de berpêşî Wezareta Çand û Turzmê kir. Lê belê wezaretê bersiveke erênî neda. 
 
Ji ber vê gelek kedkarên şanoyê betal man û ji bo debara xwe bikin mecbûr man ku di karine cuda de bixebitin. Hin jê li restorantan dest bi garsoniyê kir û hin jê jî berê xwe dan Behra Reş ji bo findeq û çayê berhev bikin. 
 
ŞANOYEL JÎ NELÎSTIN 
 
Damezrênerê Altkat Sahneyê ku di sala 2012'an de li Kadikoyê hat avakirin, şanoger û derhêner Nevzat Sus, anî ziman ku ji meha Adarê ve tenê lîstikek jî li ser sahneya wan nehatiye lîstin. Sus, bilêv kir ku her sal li sahneya wan a 40 kesî gelek lîstik dihatin lîstin, lê belê ji ber şewbê ev rewş ji holê rabûye. 
 
ÇÛN DI KARINE DIN KIRIN 
 
Sus, bilêv kir ku ji bo şanoyê hebûna xw ebidomînin pêdiviya wan bi jêderkekê heye û got, ev jêderk jî temaşevan in, lê belê piştî şano hatin girtin çavkanî jî nemaye. Sus got: "Piştî şano hatin girtin, temaşevan jî neman. Ev jî kir ku em nikaribin li ser pêyan bisekinin. Bi vê re gelek şanoger betal man. Hin hevalên me dest bi garsoniyê kirin hin jê jî çûn findeqan û berhevkirina çay. Em bi pêvajoyeke wisa re rû bi rû man. Ev pêvajo hîn jî didome." 
 
Her wiha Sus, bilêv kir ku heya şewb biqede ji bo taloqkirin bacê, nedayîna kirê, razandina heqê SGK'ê daxwazên xwe berpêşî wezaretê kirine, lê belê wezaretê bersiveke erênî nedaye. 
 
QANÛNA ŞANOYÊ 
 
Sus, destnîşan kir ku heger qanûneşe şanoyê bê çêkirin wê pirsgirêk hel bibin û got: "Şano, mirovan diguherînin. Ruhê mirovan dewlemend dikin. Feraseta estetîkê pêş dixin. Em ji bo vê têdikoşin. Lê belê dewlet bi enyat me ber bi qadeke bazirganiyî ve dikişîne. Dixwaze vê yekê di ser têkiliyeke bazirganiyî re tarîf bike." 
 
Sus, anî ziman ku tu destekeke dewletê ji bo wan çênebûye û got, ji bo vê ketine nav hewldanekê ji bo mafên xwe. Sus, diyar kir ku vê lêgerîna xwe ya ji bo mafan bi rêbazên demokratîk anîne zimên lê belê tu encam bi dest nexistine. Sus, diyar kir ku lê belê ew ê xwe ji nû ve biafirînin û got: "Tirkiye rewşenbîriya xwe baş pêk neaniye. Ev yek di huner û şanoyê de heye. Ji bo vê em bi hev dişêwirin û piştevaniya hev dikin." 
 
Şanoger Selver Çavûş jî bal kişand ser şert û mercên Tirkiyeyê û di van şert û mercan de zor û zehmetiyên şanoyê. Çavûş, bilêv kir ku ji xwe di warê aborî d erewşa wan nebaş bû, lê belê bi şewbê re xirabtir bûye û got: "Ev yek banor li hemû kedkarên şanoyê kir." 
 
'ŞEWB KIRIN FERSEND' 
 
Çavûş got: "Kesên dixwazin civak bibe civakeke paşdemayî, dixwazin şano bên girtin. Lewma şewb ji bo wan bûye firsend. Heger mesele şewb e û naxwazin mirov bên cem hev du, diviya bû we hejmara wesayîtên giştî zêde bikira. Berevajî hejmara wan kêm kirin. Wesayît heya ber dev tije dibin. Lê dîsa jî em pes nakin û em niha ji bo serdema bê amadekariyên xwe dikin. Em wextê xwe bi hilberandinê derbas dikin. Lê dîsa jî em di arafê de ne. Ji lewra em nizanin wê çi bibe. Sedema vê jî awayê rêvebirinê ye."
 
PEVREBÛN 
 
Çavûş, anî ziman ku di pêşektina civakekê de huner bivê nevê ye û got, lewma divê qadên hunerê hebûna xwe bidomînin. Çavûş, diyar kir ku ji bo ev qad bijî, pevrebûna kedkarên vê qadê pir girîng e. 
 
Çavûş jî bal kişand ser divêtiya qanûneke şanoyê û got, ev qanûn divê kedkarên şanoyê, lîstikvanan û xwediyên şanoyan bihewîne. Çavûş, diyar kir ku dê bi vî awayî jiyana wan bê mîsogerkirin û wê şert û mercên jiyaneke mirovan e pêkan bin. 
 
MA / Mehmet Aslan