Bi kurdî danasîna wesayîtan dike

img
MÊRDÎN - Mamosteyê Zimanê Kurdî Mehmet Emîn Cirik, di hesabê xwe yê Youtubeyê bi kurdî danasîna wesayîtan dike. 
 
Mamosteyê Zimanê Kurdî Mehmet Emîn Cirik ku li gundê Mensûriyeyê yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê dijî, di hesabê xwe yê Youtubeyê de danasîna weayîtan dike. Cirik, li gor marka û modelê danasîna wesayîtan dike û di vîdeoyên xwe de behsa tabetmendiyên wesayîtan û awayê bikaranîna wan jî dike. 
 
Cirik, bilêv kir ku divê kurdî li hemû qadên jiyanê bê bikaranîn û got, ji bo pêşketina zimên ji destê kê çi tê divê bike. 
 
REKLAM Û KURDΠ
 
Cirik, anî ziman ku piştî biryar girtiye ku wê danasîna wesayîtan bike, du hevalên wî jî gotine wê alîkariya wî bikin û got, niha danasîna wesayîtên nû amade dike. Cirik, diyar kir ku armanca wî ew e ku arşîveke kurdî çêbike û got, xwestiye qenaleke profesyonel a wesayîtan a kurdan jî hebe. Cirik, bilêv kir ku kurd dikarin di qada karî de jî zimanê xw ebi kar bînin û got, kesên karê galeriyê dikin an jî tiştên teknolojîk difiroşin jî divê reklamên wan bi kurdî bin. 
 
Cirik, anî ziman ku divê kurdî tenê ne zimanê wêje û folklorê be û got, her kes bi teknolojiyê re bilî dibe û divê di vî warî de kurdî jî pêş bikeve.