Gopalên ku çêdike bêheq dide extiyar û şivanan

img
WAN – Peyal Guç (55) ku piştî qeyrana dil derbas dike û nikare karê bax û baxçeyê xwe bike, dest bi çêkirina gopalan dike û kesên pêdiviya wan bi gopalan hebe jî bêheq dide wan. 
 
Li gundê Vîrkonîs ê navçeya Westan a Wanê Peyal Guç ê 55 salî, piştî qeyrana dil derbas dike û nikare karê bax û baxçeyê xwe bike, dest bi çêkirina gopalan kiriye. Peyal, îsal qeyrana dil derbas kiriye û êdî nikare karê çandiniyê bike. Guç, anî ziman ku ji bo wextê wî berhewa neçe dest bi çêkirina gopaln kiriye û got, di zarokatiya xwe de ji cînarên xwe hînîçêkirina gopalan bûye. 
 
Guç, ji dara "Gihûşkê" gopalan çêdike. 
 
Guç, bilêv kir ku rojê du gopalan çêdike û got, çêkirina gopaln zehmet e. Guç, diyar kir ku gopalên ku çêdike bêheq dide ên extiyar û şivanan û got, bi çêkirina gopalan kêfxweş dibe. 
 
Guç got: "Berê mirov biçûna kû derê di destê wan de gopal hebûn. Di çanda kurdî de gopal xwedî cihekî girîng in. Ez jî niha hewl didim vê çandê bidomînim."