Gopalên ku çêdike bêheq dide extiyar û şivanan 2020-09-08 09:05:54   WAN – Peyal Guç (55) ku piştî qeyrana dil derbas dike û nikare karê bax û baxçeyê xwe bike, dest bi çêkirina gopalan dike û kesên pêdiviya wan bi gopalan hebe jî bêheq dide wan.    Li gundê Vîrkonîs ê navçeya Westan a Wanê Peyal Guç ê 55 salî, piştî qeyrana dil derbas dike û nikare karê bax û baxçeyê xwe bike, dest bi çêkirina gopalan kiriye. Peyal, îsal qeyrana dil derbas kiriye û êdî nikare karê çandiniyê bike. Guç, anî ziman ku ji bo wextê wî berhewa neçe dest bi çêkirina gopaln kiriye û got, di zarokatiya xwe de ji cînarên xwe hînîçêkirina gopalan bûye.    Guç, ji dara "Gihûşkê" gopalan çêdike.    Guç, bilêv kir ku rojê du gopalan çêdike û got, çêkirina gopaln zehmet e. Guç, diyar kir ku gopalên ku çêdike bêheq dide ên extiyar û şivanan û got, bi çêkirina gopalan kêfxweş dibe.    Guç got: "Berê mirov biçûna kû derê di destê wan de gopal hebûn. Di çanda kurdî de gopal xwedî cihekî girîng in. Ez jî niha hewl didim vê çandê bidomînim."