Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist
- aborî-ked
- 09:12 12/3/2023
Dilxwazê AFAD’ê Fettullah Kaya ji ber ku tev li xebatên rakirina kavilan bûye, şîrketa lê xebitiye bêyî hincet ew ji kar derxistiye. Kaya da zanîn ku şîrketê destûr daye wî tev li xebatan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxistiye û got ku ew doza heqê xwe dike.