Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
- aborî-ked
- 09:04 12/10/2023
Sewalvanan diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetê êm û kayê dixisirin û sewalvanî hatiye asta qedandinê.
Sewalvanan diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetê êm û kayê dixisirin û sewalvanî hatiye asta qedandinê.
ÎSÎG’ê ragihand ku di 9 mehên ewil ên sala 2023’yan de hezar û 409 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan û ji van karkeran 44 jê zarok in.
Gelê Colemêrgê diyar kir ku ji ber pirsgirêka kurd krîza aborî ya li welat kûr bûye û wiha got: “Hemû dahat ji şer re tê xerckirin. Çareserî bidawîbûna şer e.”
Li Enqereyê di madeneke komirê de hezaz çêbû û 15 karker birîndar bûn.
Tiriyê ku îsal li rezên gundê Eskar a Pasûrê hatin komkirin gelek berhemdar nebûn. Ji tiriyê van rezan şire, bastêq û benî tê çêkirin.
Li gorî ENAG’ê; rêjeya enflasyonê ya di navbera mehên çile û îlona 2023’yan de ji sedî 95,33 ye.
Kedkarên tenduristiyê xwemalîkirina xwaringehên li nexweşxaneyan protesto kirin û gotin: “Bila li nexweşxaneyan xwarin ne bi destên şirketan bila bi destê cemaweriyê bi awayek tenduristî, qalîte û ku mirovan têr bike bê çêkirin.”
Li gorî raporên ÎSÎG’ê; ji sala 2013’an heta niha herî kêm hezar û 803 karkerên çandiniyê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Li Semsûrê di encama wergerîna vînca kûleyê de 3 karker bi giranî birîndar bûn.
Li Wanê ku her diçe hejmara pez kêm dibe, kirîna penêrê sîrik jî kêm dibe. Wanî ji ber bihabûna fiyetan bi gilî û gazinc in.
DFG, bi mebesta piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê yên di çalakiya greva birçîbûnê de.
Jinên hewagî ji bo debara xwe bikin, rojên xwe bi jihevbijartina îsotan derbas dikin ku serê her kîloyê tenê 2 TL jê re tên dayîn. Jin, bi gazincin ku li navçeya wan îstîhdam tune ye.
Kooperatîfa Berhemên Çandiniyê ya Wanê ku ji aliyê 60 kesî ve hat avakirin, mînakeke baş a modela hilberîna komunal dide der. Endamên kooperatîfê li dijî polîtîkaya koçberiyê bal kişandin ser girîngiya hilberînê.
Li Semsûrê karker Huseyîn Çalişir ê hesin ketiye ser, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî lêkolîna birçîtî û xizaniyê ya BÎSAM’ê; sînorê birçîtiyê yê malbateke 4 ferdên wê heyî di meha tebaxê de derket 12 hezar û 34 TL’an.