Karkerê ji Sûriyê jiyana xwe ji dest da
- aborî-ked
- 16:14 05/10/2020
Li navçeya Înegolê ya Bûrsayê karkerek ji Sûriyê Ahmad Alnaem ê 22 salî ku navbera asansora bar û dîwar de asê ma, jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Înegolê ya Bûrsayê karkerek ji Sûriyê Ahmad Alnaem ê 22 salî ku navbera asansora bar û dîwar de asê ma, jiyana xwe ji dest da.
Li Sûka Penêrfiroşan a navçeya Sûrê di 5 salên dawîn de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtine. Penêrfiroşan, destnîşan kir ku bi qrîza aborî û pandemiyê re karê wan hatiye asta rawestandinê û gotin ku tehma sûkê nemaye.
Serokê Daîreya Rêxistiniyê ya Sîne-Senê Galîp Gorur, anî ziman ku divê karkerên setê di şert û mercên insanî de û herî zêde 8 saetan bên şixulandin û xwest karker bibin kirde û hêza xwe ya ji bo hilberînê bi kar bînin.
Li gundê Bilbesê yê Bêşebabê berhevkirina gûzan dest pê kir. Îsal ji ber bereketa gûzan bi qasî gundiyan seforî jî dilxweş in.
Endamê Komîsyona Plan û Budçeyê yê HDP’ê Necdet Îpekyuz, diyar kir ku YEP ji gel û rastiya gel dûre û got: “Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêve bibe û pirsgirêkan çareser bike."
Esnafên Wanê ji ber krîza aborî rojên zor û zehmet derbas dikin. Di 7 mehên ewil ên salê de, 416 esnafan dikanên xwe girtin.
Hevseroka Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê Nîhal Yanik bertek nîşanî îxrackirina 8 endamên wan ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da û xwest endamên wan demildest li karê wan vegerînin.
Welatiyên li Stenbolê dijîn, pirsgirêk, zor û zehmetiyên ji ber krîza aborî dijîn vegotin û polîtîkayên desthilatdariyê yên aboriyê rexne kirin. Welatiyan, gazinên xwe anîn ziman û gotin: “Em di nava çiravê de ne. Em têk çûn.”
Kooperatîfa Êzingvan û Komirvanan a Wanê ku heya pênc sal berê jî 61 endamên wê hebûn, niha tenê 27 endamên wê mane. Serokê kooperatîfê Hasan Seyhan, anî ziman ku her diçe rewşa aboriyê xirabtir dibe û der barê pêşerojê de tu hêviyek wan nemaye.
Serokê Konseya Navenî Prof. Dr. Sînan Adiyaman di kongreya TTB’ê de axivî û got: “Di pêvajiya pandemiyê de, em hevî dikin ku bûn dengê hemû xebatkarên tenduristiyê.”
Karkerên Fabrîkeya Sînboyê, anîn ziman ku ji ber endamên sendîkayê ne destûra bêheq dane wan û gotin, a hatiye kirin cezakirin e.
Li bajaroka Dêrgulê dest bi çinîna kunciya hat kirin. Welatî ji bo tehînê kunciyên xwe hişk dikin.
Şêniyên gundê Marnîkê ku berê kar û barê çandiniyê dikirin, ji ber polîtîkayên îqtidarê dev ji çandiniyê berdan û dest bi sewalvaniyê kirin. Lê belê vê carê jî ji ber goştê îthal û bihabûna fiyetên êm û kayê, xealşikestî bûn.
Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken di bîranîna ji bo xebatkarên tenduristiyê de axivî û got hejmara xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine ji 800 kesî bihûriye.
Karkerên çandiniya demsalî yên ji Kobanê diyar kirin ku ew di şertên zehmet de dixebitin û vîrûsa koronayê jî karê wan zehmettir kiriye.