Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan

img
STENBOL - Sendîka û rêxistinên kedê hemû derdoran ji bo pîrozbahiyên 1’ê Gulanê vexwend Taksîmê. 
 
Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekitiya Bijîşkên Diranan (TDB) têkildarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên Taksîmê daxuyanî dan. Gelek kes tev li daxuyaniya li Îskeleya Beşîkataşê hatiye dayîn bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Bijî 1 Gulan” hate berzkirin.  
 
GIRÎNGIYA 1’Ê GULANÊ
 
Sekreterê Giştî yê DÎSK’ê Tayfun Gorgun destnîşan kir ku ew ê di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe yên edalet, azadî, aştî, xwişk û biratiyê bînin ziman û wiha axivî: “Em ê li her çar aliyêTirkiyeyê dakevin qadan û dê li dijî biçûkkirina nanê xwe, dijî xerabûna hevsenga edaletê, xespkirina mafên xwe yên bingehîn û azadiya xwe, bi hev re bêjin reweste.”
 
Gungor da zanîn ku ew jiyanekî mirovane heq dikin û wiha pê de çû: “Lê belê di van rojan de berdin jiyanekî mirovane, jiyan bi xwe jî her ku diçe zehmettir dibe. Sedema nejiyandina jiyanekî mirovane ne xizanî û kêmbûna çavkaniyan e. Çavkaniyên vî welatî ji bo me hemûyan têrî jiyanekî mirovane dike. Lê bes tenê em çavkaniyên xwe radestî rantparêz, sermayeyê, faîzê, qesrê, şatafatê, çekê û şer nekin; şûna wê bidin karkeran, kedkarên cemaweriyê, teqawitan û xizmetên cemaweriyê. Daxwazên rêveberên welat diyar in. Ew wekî peywira wan be ji xizanan distînin didin dewlemendan, ji kedkaran distînin didin sermayeyê.”
 
Gungor di dirêjiya axaftina xwe de bi bîr xist ku Tirkiye di nava 10 welatên ku di hêla mafên karkeran de herî xirab de ye û wiha got: “Di 1’ê Gulanê li cîhanê û li welatê me de kirdeya kolektîf dê li qadan demokrasiya ji hêla pergala sermayeyê û rejîmên desthilatdar texrîb kirin ji nû ve ava bike. Qada 1’ê Gulanê ya Taksîmê li dijî keyefiyetê û desthilatdariya yek zilam, bûye remza hiqûq û demokrasiyê.”  
 
‘EM DI 1’Ê GULANÊ DE LI QADAN BIN’
 
Gurgor axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 1’ê Gulanê de daketina qadan xwedî li kar, aş û keda xwe derketin e. Di 1’ê Gulanê li qadan bûyîn xwedî li maf, hiqûq, debar, edaleta bac û welatê xwe derketin e. Di 1’ê Gulanê de li qadan bûyîn xwedî li mafê xwe yê perwerde û tenduristiyê derketin e. Di 1’ê Gulanê de li qadan bûyîn xwedî li mafê xwe yê gotinê û biryarê, sendîkayîbûn, rêxistinbûn û mafê grevê; xwedî li azadiya îfadeyê, anku demokrasiyê derketin e. Di 1’ê Gulanê de li qadan bûyîn xwedî li Peymana Stenbolê derketin e, li dijî tundî û tacîza li cihê kar xwedî li Peymana Hejmar 190 a ILO’yê derketin e. De haydê em li dijî vê pergala bêedalet, di destekî xwe de bi zarokên xwe, bi destê xwe yê din de bi qurnefîlên xwe ve di 1’ê Gulanê de dakevin qadan.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina diruşma “Bijî 1 Gulan” bi dawî bû.