DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin

img
STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû daxuyand ku ew ê îsal 1’ê Gulana Cejna Karkeran di Qada Taksîmê de pîroz bikin. 
 
Lijneya Rêveber a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK) li pêşiya Navenda Giştî ya DÎSK’ê daxuyanî da. Daxuyaniyê Seroka Giştî ya DÎSKÊ Arzu Çerkezoglû xwend. Di daxuyaniyê de pankarta “Bijî 1 Gulan” hate vekirin û gelek caran diruşma “Bijî 1 Gulan” hate berzkirin. 
 
Çerkezoglû di daxuyaniyê de anî ziman ku ew ê 1’ê Gulanê di Qada Taksîmê de pîroz bikin.