DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin 2024-04-02 16:57:44   STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû daxuyand ku ew ê îsal 1’ê Gulana Cejna Karkeran di Qada Taksîmê de pîroz bikin.    Lijneya Rêveber a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK) li pêşiya Navenda Giştî ya DÎSK’ê daxuyanî da. Daxuyaniyê Seroka Giştî ya DÎSKÊ Arzu Çerkezoglû xwend. Di daxuyaniyê de pankarta “Bijî 1 Gulan” hate vekirin û gelek caran diruşma “Bijî 1 Gulan” hate berzkirin.    Çerkezoglû di daxuyaniyê de anî ziman ku ew ê 1’ê Gulanê di Qada Taksîmê de pîroz bikin.