Karkerên Ozak Tekstîlê çalakiya xwe didomînin

img
RIHA - Karkerên Ozak Tekstîlê yên dest ji kar berdane destnîşan kirin ku heya mafên xwe bi dest bixin dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Karkerên Ozak Tekstîlê ji ber zext, gef û avêtinên ji kar, li pêşiya kargehê dest bi çalakiya berdana ji kar kirin. Çalakiya karkerên di roja 9'emîn de berdewam dike. Karkerên çalakger di saetên serê sibê hatin pêşiya avahiyê febrîqeyê  li 1’emîn Hêrêma Sanayiya Organîzeyê (OSB). 
 
Cendirmeyan ev çend roj in ji ber çalakiya karkeran bariyer kişandine li pêşiya avahiyê kargehê. Karker li ser vê yekê hatin pêşiya bariyeran û dest bi çalakiya xwe kirin. 
 
Çalakgeran destnîşan kirin ku heya ew mafên xwe bi dest dixin dê çalakiya xwe bidomînin.