Karkerên malan ên bi xetereyên weke qeza, birîndarbûn û mirinê re rûbirû dimînin, dixwazin ku Tirkiye Peymana Kar a Hêjayî Mirovan a Karkerên Malan îmze bike.
Cil û bergên kurdî ango netewî jî bi krîza aborî re rû bi rû mane. Dikandarên ku qumaşên cil û bergên kurdî difiroşin diyar kirin ku krîza aborî li wan jî daye û mîna berê nikarin qumaş bifiroşin.
Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku di encama têkoşîna wan de hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê hatine taloqkirin û wiha got: “Dê di cotmehê de ev qanûn dîsa bê nîqaşkirin. Hewceye hem perwerdekar li dijî vê rabin ser pêyan.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di Mîhrîcana Mûnzûrê de axivî, bal kişand ser êrişên li dijî Herêma Kurdistanê û polîtîkayên şerê taybet û wiha got: “Em ê destûrê nedin ku sedsala 2’yemîn a Komarê bibe sedsala şer.”
Li Jîn Art Huner a li Îzmîrê di qada çand û hunerê de xebatên xwe didomîne, qeydên qursan dest pê kirin. Her wiha bernameya wê ya meha tebaxê jî diyar bû.
Starta 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê dê sibe bê dayîn. Di mîhrîcanê de dê balê bikişînin ser êrişên li dijî xweza û çanda bajar.