Berdevkê Meclisa Kedê ya HDK'ê ya Stenbolê Şiyar Şevlî diyar kir ku ew ê îsal bi dirûşmeya "Ji bo nan û aştiyê azadî" li Qada Taksîmê bin û got: "Îro pirsgirêka azadiyê û daxwazên aboriyê du parçe ne ku ji hev nayên veqetandin."
Li Stenbolê wê cihê 1'ê Gulanê Qada Taksîmê be. Nûnerên sendîkayan bang li hemû beşên civakê kirin ku li Taksîmê daxwazên xwe bînin ziman.
Di dema xebatên binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de hezaz çêbû û karkerê bi navê Sînan Kubat jiyana xwe ji dest da.
Di roja 5’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên “Odîp” û “Qral û Travîs” derketin pêşberî şanohezan.
Şanoger Rûgeş Kirici di gotûbêja di çarçoveya 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de pêk hat de, diyar kir ku bi mezinbûna tekoşîna kurdan, şanoya kurdî jî xurt bûye.
Ji mêvanên Mihrîcana Şanoya Amedê Sureyya Karacabey bal kişand ser têkoşîna hunermendan a li dijî qedexeyan û got: “Ez ji wê rikê pir bawer im. Ew rik dikare desthilatê bîne xwarê.”